Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Bîranîna 29-mîn salvegera Dr. Qasimlo
2018-07-18 13:00
fkks
info@fkks.se




"Me çar pêşmergeyên birîndar bi balafireka xisûsî û bê pasaport ji Stockholmê bir Parîsê ji bo beşdarbûna cenazeyê Dr. Qasimlo”

Di14.07. 2018 de li Stockholmê ji bo salvegera 29-mîn şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî civînekê hat ji alîyê PDK-Iranê vr hat lidarxistin. Serokê FKKSê Keya Îzol bêşdarê civînê bû û axîfî:

Axaftina Keya Îzol:

”Di 29-mîn salvegera şehîdbûna Dr Qasimlou de, em rêber û lehengê gelê Kurdistanê û hevalên wî bi rêz û îhtîram bibîr tînin, careka din rejîma xwînxwar ya Îranê bi tundî şermezar dikin.

Rejîma Îslamê ya Îranê, 39 sal e li hukim e û li dijî mixalefetê û bi taybet jî mixalefeta kurd îmha bike hemû rê û rêbazan diceribîne. Carna rasterast, carna bi deqûdolabên bi navê "hevdîtinê" lê piranî, bi bêbextî, serok û rêberên kurdan dikuje.
Qasimlo, Dr Şerfekendî, hevalên wan û hemû şehîdên Kurdistanê rûmetê neteweyê kurd in û ew dê herdem di dilê Kurdan de bijîn!

Qet ji bîr nakim, Federasyona me ji bo beşdarîya cenazeya Dr Qasimlo balafireke xususî kirê kiribû. 115 kurdên Swêdê di heman rojê de beşdarîya merasîmê bûbûna û di heman rojê de vegerîyana Swêdê. Wexta em derengê şevê li balafirgeha Stockholmê li Arlanda civîyan me dît ku çar pêşmergeyên Hîzbî Demokrat ku di şer de brîndar bûbûn, bi girîn û hawar dawa tevlîbûna grûbê dikirin. Lê pasaportên wan nebû. Thomas Hammarberg ku wê demê mesûlê Amnesty International bû herweha hevalekî nêzîk yê Dr Qasimlou bû di nav grûba me de bû. Min alîkarî ji wî xwest. Di demjêra 4ê serê sibê de ew bi rêya telefonê pêwendî bi wezareta derve ya Swêd û Fransa kir û bi alîkarîya wî çar hevalên me yên pêşmergeyên birîndar bê pasaport ji Swêdê derketin, derbasî Fransa bûn û di heman rojî de vegerîyan Swêdê. Ev îrada xurt ya gelê kurd û herweha piştgirîya navnetewî ku heye pîroztirîn destkeftîyên me ne û divê em vê tu car jibîr nekin.

Rejima Îslamî ya Îranê ji bo umrê rejima xwe dirêjtir bike, cezayên îdam kirîye sîyaseta xwe ya bingehîn. Li gorî raporên Mafê mirovan û Amnesty li dinyayê herî pir îdam piştî Çînê li Îranê çêdîbin û yên tên îdamkirin piranî çalakvanên siyasî yên kurd in.

Ciwanê Kurd ê 22 salî Ramin Hossein Panahi bi cezayê îdamê hatîye tawanbarkirin û niha li zîndanê ber bi darvekirinê ve ye; rejîma Îranê guh nade protestoyên raya giştî ya komelgehê navnetewî û rêxistinên sivil. Navê dewleta Îslamî ya Îranê êdî bûya Dewleta Îdamê ya Îranê.

Parçeya duyem a mezin a welatê me Kurdistanê di bin nîrê Îranê de ye û 10 milyon kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî, însanî, siyasî û kulturî bêpar in. Destlêwerdanên Mollayên kevneperest, digihije hemû destkeftîyên gelê kurd li Başûr, Rojava û Bakur jî.

FKKS sîyaseta rejîma xwînxwar a Komara Îslamî ya Îranê ya li hember gelê kurd û destlêwerdana wê ya perçeyên din yên Kurdistanê bi tundî protesto dike û soz dide ku hetta hemû mafên kurdên Rojhilat mîsoger be em ê li dijî vê sîyaseta nemirovayî bêdeng nemînin!

Herweha ez bi navê Federasyonê bang li hemû teref û rêxistinên kurdên Rojhilat dikim da ku zûtirîn wext hêzên xwe li hember vê rejîma xwînxwar yek bikin û rê nedin dijmin ji ne yekrêzîya kurdan îstîfade bikin.

Roj roja yekîtî û hevkarîyê ya navxweyî ye.
Berpirsîyarîya rêxistinên sîyasî sereke ye û divê ew hemû nakokîyên xwe yên hundirîn bidin alîyekî û rêyek bo gelê xwe bidozînin.

Careka din ez Dr Qasimlou, Dr Şerefkenî û hemû hevalên wan bi rêz û hurmet bibîr tînim.”