|
FKKS Kabineya 9-em a Hikumeta Herêma Kurdistanê pîroz dike |
|
2019-07-10 20:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Kabineya 9em a Hikumeta Herêma Kurdistanê ku ji alîyê Parlamena Herêma Kurdistanê ve hat pesendkirin, bi germî pîroz dike.
Ji bo vê erk û berpirsîyarîya girîng FKKS bi germî him cenabê serokwezîr Mesrûr Mesûd Mistefa Barzanî û him cenabê cigîrêserokwezîr Qubat Celal Husameddin Talabanî û hemû wezîrên kabîneya nehem pîroz dike û serketinê ji bo kar û xebatên wê yên pêşerojê dixwaze.
Kurdistana Başûr girîngtirîn destkeftîyên netewa Kurd e û divê hebûna wê, pêşveçûna wê, serketina wê bi her awayî were parastin.
Em hêvîdar in, Kabîneya Nehem a Hukimeta Herêma Kurdistanê refaha gelê me bilindtir, parvekirina adil baştir û îstikrar û demokrasîya herêma Kurdistanê tekûztir bike.
Wek rêxistineke Diaspora Kurd em ê herdem piştgir û alîgîrê serketinên we nin.
10.07.2019 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê |
|
|