Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Newroz qelebalix û xweş bû
2013-03-24 18:00
fkks
info@fkks.se



Bîstek ji şeva Newrozê











Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di 23ê Adara 2013ê de li Stockholm li Solnahallenê bi girseyekî mezin û bi coş Newroz pîroz kir. Nêzî 2 hezar kes bêşdarî pîrozbayîyê bûn. Di şevahenga Newrozê de gotarên siyasî hatin pêşkêşkirin, helbest hatin xwendin. Koma govendê a Komciwan, dengbêj û hozan ji çar parçeyên Kurdistanê; Rawend, Hesen Mele, Hecî Zaxoyî, Bengîn û Bextiyar Salih bi awazên xwe reng dan şevahengê. Sosin Guven pêşkêşvaniya şevê kir.

Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan di axaftina xwe ya bi kurdî û Swêdî de balê kişand li ser wê yekê ku ew wek FKKS bêdengkirina çekan ku ev 30 sal zêdetirê li bakurê Kurdistanê diqewime erênî dinirxînin, lê herweha ew destnîşan kir ku divê mafê gelê kurd yê neteweyî bê naskirin û bikeve jiyanê.

Nûnerên partiyên Swêdê yên Meclîsê; Serokê Partiya Çep(V) Jonas Sjöstedt, Gulan Avci (Fp), Margareta Cederfeldt(M), Arhe Hamednaca (S), Abir-Al Sahlani (C) bêşdarî pîrozbayîya Newrozê bûn, piştgirîya xwe ji gelê kurd re nîşan dan. Li ser navê Komîteya Hevkariya Hêzên Kurd û Kurdistanî li Swêdê Samî Abdullah gotar pêşkêş kir.

Şevahenga Newrozê heta derengê şevê bi muzîk û stranên Rawend, Hesen Mele, Hecî Zaxoyî, Bengîn û Bextiyar Salih dom kir; bi sedan beşdarên şevê û bi taybet jî xort û keçên kurd govend gerandin.