Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
85 salîya "Hawar"ê û "Roja Zimanê Kurdî"
2017-05-15 14:00
fkks
info@fkks.se


Ev yanzde sal in 15ê Gulanê wekî "Roja Zimanê Kurdî" û "Cejna Zimanê Kurdî" dihê pîrozkirin.

15 Gulanê tarîxa derketina kovara Hawarê ye. Ev kovar bi tipên latînî bû. Kovara Hawarê li Şamê di 1932ê de ji alîyê Celadet Alî Berdirxan ve hat derxistin. Celadet di hejmara pêşîn de dibêje: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.”

Ji wê salê û vir ve Kurd gelek rojname û kovarên bi kurdî derxistin; gelek radiyo û tv vekirin. Başûrê welêt gihaşt azadîya xwe û zimanê kurdî di her asteyê de zimanê perwerdeyî ye.

Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û rûdana aloziyan a li seranserê Rojhilata Navîn kurdên Rojavayê Kurdistanê jî bi danîna sazî û dezgehan dest bi perwerdehîya zimanê kurdî kirin. Perwerde bi lehçeya kurmancî bi rênivîsa latînî tê dayîn.

Li Bakurê Kurdistanê di van 10 salên dawîyê de di çerçeweya Qanûna TRT ê de qanala TRT-kurdî û li hin Zanîngehan de bi navê ’Beşê Zimanê Zindî’ beşên zimanê kurdî(kurmancî-zazakî) vebûn û di 25 Hazîrana 2012ê de bi biryara 69 a Seroktîya Dezgeha Talîm û Terbiyê bi navê ziman û lehçeyên zindî wek lutfekî kurdî di pola 5-an de wek dersa "bijarte" qebûl kir lê di pratîkê de gelek asteng derdixe pêşîya wan malbat û şagirtan û ev hemû gav dûrê daxwazên kurdan in.

Daxwaza FKKSê ew e; dewletên ku kurd di bin nîrê wan de ne ji hêlîna zarokan heta zanîngehê, perwerdeya Kurdî bibe zimanê fermî û li wilayetên ku Kurd li wir di piraniyê de ne Kurdî (Kurmancî û Dimilkî) di her warî de bibe zimanê yekem.

FKKS 85 salîya kovara Hawarê û berpirsê Hawarê Celadet Alî Bedirxan û hemû nivîskarên wê bi hurmet bi mînet û bi rehmet bi bîr tîne û dibêje; "Roja Zimanê Kurdî" û "Cejna Zimanê Kurdî" li gelê kurd û Kurdistanê pîroz be!

15.05.2017
FKKS