|
Spasî ji Serokê FKKSê |
|
2017-09-18 14:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Festîvala piştgirîya serxwebûna Kurdistanê li Stockholm bi beşdarîya 10 hezar kurdên Swêdê bi coşeka mezin bi dawî hat.
Spasîyeka taybet ji bo birêver Mardin Hêja Baban û alîkarê wî Sukrî Demîr û berpirsê teknikê Jihat Bozarslan ku bi awayekî rêkûpêk Festîvalê îdare kirin.
Spas ji bo sponsorên me K24, Korek Telecom û Fastlink Spas ji bo hunermendên Festîvalê
Darin, Nasir Rezazî, Gara Sazkar, Cûdî, Narin Feqe, Ayad, Mihemed Taha Akreyi, Suzan Bamerni, Dilyar, Xero Melle, Dotmit Nazê, Helin Aro, Hejar Duhokî, Goran Bekir, Dengê jinên Kurd.
Spas ji bo hemû mêvanên taybet û axaftvanên Festîvalê. Spasîyeka germ ji bo Komeleyên FKKSê ku karîbûn otobusan organîze bikin da ku endamên xwe anîn Festîvalê.
Dubare spas ji bo Komîteya Birêvebira Festîvalê û endamên hemî organên FKKS ku bi xebat, alîkarî, fedekarî û beşdarîya xwe şahiya me ya netewî dewlemend kirin. Rêxistina we FKKS herdem di xizmeta doza welat û kurdên Swêdê de ye.
Bi hêvîya Kurdistanekî azad û serbixwe. Keya Izol Serokê FKKSê |
|
|