Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Xwepêşandan li dijî DAÎŞê
2014-09-29 12:00
fkks
info@fkks.se









Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) di 27.09.2014ê de li Stockholm Sergelstorgê li dijî êrîşên rêxistina terorîst a DAÎŞê/ISIS xwepêşandinekê li dar xist. Rêxistina DAÎŞê di 15ê Îlonê de bi bi hovane êrşîşê bajarê Kobanê û gundên wî kirin; bi hezaran kurd dev ji gund û malên xwe berdan ber bi bakurê Kurdistanê çûn. Li gor berdevkên hikumeta Tirkiyê nêzî 150 hezar kes derbasî Tirkiyê bûne.

Ji bo raya giştî ya dinyayê û ewrûpayê bikşînin ser rêxistina DAÎŞ/IS/DÎ û piştgirîya xwe ji Rojavayê Kurdistanê bi taybet jî ji Kobanê re nîşan bidin kurdên dîasporê xwepêşandin li dar xistin.

Li Stockholmê Federayona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) bi Encumana Kurdên Sûriyê li Swêdê(EKSS) nameyekê ji wezareta derve ya Swêdê re şandin û balê kişandin ser êrîşên DAÎŞê û her weha xwepeşandinek li dar xist.

Di xwepêşandinê de Seroka FKKS Sosin Guven axivî û terora DAîŞê li hember gelê Kurd li Kobanî rûreş kir. Li ser navê Hevkarîya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê, Nûnerê EKKSê li Swêdê Salar Reşîd, nûnerê Partîya Çep, nûnerê Partîya Gel, nûnerê Partîya Sosyal Demokrat û serokê berê yê Komsîyona Ewrûpayê yê Mafê Mirovî Thomas Hammarberg axaftin. Axêvêrên rêxistinên Kurdan li ser yekîtîya Kurdan rawestîyan yên dostê kurdan jî di axaftina xwe de piştgirîya xwe ji gelê kurdan re dan nîşandan û terora DAÎŞê li dijî gelê Kurd rûreş kirin.