|
Kongreya Komeleya Kulturî ya Kurd li Örebro |
|
2014-12-22 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 20.12.2014ê de Komeleya Kulturî ya Kurd li Örebro kongreya we ya salane li dar xist. Li ser navê FKKSê Berpirsên peywendîyên navxwe Hafzulah Nerwey û Selam Cizîrî û berpirsê Komîteya penaberan Mamoste Kerîm bêşdarê kongreyê bûn.
Kongrê bi tesbitkirina endaman destpêkir û piştî tesbitkirina endaman deqiqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên kurd û Kurdistanê hate girtin.
Ji derveyê endaman mêvan ji beşdarê kongrê bibin. Nunerê partîya Moderat û nûnerê partîya Çep a Swêd beşdar bûn û gotarên xwe xwendin.
Berpirsê Peywendîyên Navxwe Hafzullah Nerwey li ser xebatên FKKSê û reşwa komeleyên endam axifî û serkeftinê ji komeleya Orebro re xwest.
Pişti raporên xebat û aborî hate xwendin li ser raporan giftûgo hate kirin û raporên komîteya kevin ji aliyê kongreve hat pesendkirin. Kongre organên xwe yên komîteya karger û revisor a nû bi yekdengi hilbijartin. Kongre pir rêk û pêk û serkefti bû.
|
|
|