Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn yê mirovayiyê ye
2015-02-21 14:00
fkks
info@fkks.se



Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn yê mirovayiyê ye. Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna xwe ya 20ê Mijdara 1989ê de bi qebûlkirina Beyannameya Mafê Zarokan vî mafî destnîşan kiriye. Ev maf her weha di peymanên navneteweyî yên giştî yên eleqedar de û her weha bi taybetî jî di peymana navneteweyî ya mafên zarokan de, di xalên destpêkê de û di xalên 17, 29 û 30yî de bi awayek taybetî û zelal hatîye nivîsandin.

“Roja Zimanê Zikmakî” jî ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (ÛNESCO) ve di 17ê Mijdara 1999ê de wekê roja makzimanan hat qebûlkirin û cara yekem di 21ê Sibata 2000î de hat pîrozkirin. Û ji wê tarîxê vir ve êdî bûye tradisyoneka navneteweyî û li seranserî cîhanê wek rojeka makzimanan dihê pîrozkirin.

Lê dewletên serdest û bi taybet jî dewlet û hûkmeta Tirk mafê perwerde yê bi zimanê zikmakî hin bi remî qebûl nake: lê îro bi navê zimanê zindî wek litfekî di pola 5-an de wek dersa bijarte dide xwendin.

Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn yê mirovî ye. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) her tim parezgerî zimanê kurdī būye û yek ji damezirandina sebebê FKKSê parastin û pêşxistina zimanê kurdî bû. Ew di xebata xwe ya 34 salan de vêya gelek pêşxistîye û di hemû kongre û civînên xwe de û bi taybet jî di kongreya xwe ya 24-mîn de hemû nūnerên kongreyê bi yek dengî biryar dane gotine; zimanê kurdī divê bibe zimanê fermī yê perwerdeyê.

FKKS di roja zimanê zikmakî de bangî dewletên serdest û bi taybet jî hikumeta Tirk dike ku dev ji vê polîtikaya xwe berde, nasnameya kurdan bi fermî qebûl bike û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

21.02.2015
FKKS- Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê