Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
”Ewleyîya can û malên kurd li metrepolan di bin xeteriyê de ye ”
2015-09-10 14:00
fkks
info@fkks.se


Kiryarên ku di van rojên dawîyê li Tirkiyeyê li hember kurdan rûdidin di 40 salên dawîyê de cara yekemin e, di vê firehîyê de diqewimin. Piştî ku li herêma Oremarê 16 leşker û li bajarê Ixdirê jî 14 polis ji aliyê PKKê ve hatin kuştin li bajarên metropolê şerekî topyekûn li hember kurdan rû da. Neteweperestên Tirk êrişê her tiştî kurdan dikin; dikan û avayîyên aîden kurdan tên şewitandin û talankirin, însanên kurd tên lînckirin, ji bo bi kurdî di telefonê de diaxife însan dihê kuştin, otobusên ku pilakayên wan yên bajarên Kurdistanê ne li bajarê Tirkiyeyê dihên kevirbarankirin, konên karkirên kurd yên demsalî dihên şewitandin.

Bi sedan avayîyên HDP dihên şewitandin, dozger di derheqê hevserokê wê Selaheddîn Demirtaş de doz vekir. Ewlayîya can û malên kurd li metrepolan nemaye û gelek di xeterê de ye. Xwedêgiravî hêzên dewletê yên ewleyîyê di şûna ku tedbîr werbigrin, ew temaşe dikin. FKKS van kiryarên ku li hember kurdan û mal û milkên wan dibin bi tundî şermezar dike.

Li Tirkiyê azadîya fikrî nemaye rojnamegerên ku hukimet û serokkamarê wê rexne dikin ji kar dihên dûrxistin; malperên kurdan hatine astenkirin û qedexekirin. Avayîyên hin rojnameyan tûjî êrîşan dibin.

Partîyên siyasî unsurên nedevjêberdayî yên demokrasîyê ne û azadîya fikrî yek şertê bingehîn yê demokrasîyê ye. Êrîşên li hember avayîyên partîyan û avayiyên rojnameyan dihên kirin, nahên taswîpkirin.

Wezîra derve ya Sêwêdê Margot Wallström di derbarê rewşa Tirkiyeyê a dawî yê de got; êrîşên li hemberî çapemenî û partiyên siyasî li hemberî îdealên demokrasiyê ne.

Li Kurdistanê dewlet hin herêman kiriye herêmên ewleyeyî, li hin bajerok û tax û gundan îdaraya orfî îlankiriye, Cizîra Botan ev çend roj in di abluqayê de ye, li gor agahîyan 10 kes hatine kuştin di nav wan zarokek jî hene û ji bo meyîtê zarok bihn neda di sarincokan de hatiye veşartin; birçûbûn, nexweşîya jihevgirtinê destpêkiriye, telefon û internet hatîye qutkirin. Dewlet nahelê hevserok, wezîr û parlamenterên HDPê bikevin Cizîrê. Medyaya tir kli hember van bûyaran ku li Kurdistanê diqewimin bê deng dimînin.

Parlamentera Partiya Gel (Fp) a Swêdê û wezîra berê Birgitta Ohlsson dibêje: ”Di şûna ku Tirkiye hêza xwe li hemberî Daiş û Asad bi kar bîne ew kîna neteweperestan li hemberî kurdan sor dike. Êrîşa li hemberî HDP divê bi tundî were şermezar kirin.”

FKKS di gel e ku bêyî tundî û tûjî her kategeriyên civatê, partî, rêxistin û sazîyên sivîl mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û protestoyên xwe li dar bixin lê li dije ku di xwepêşandinan de şîddet bihe bikaranîn.

FKKS bangê wan sazîyên navneteweyî dike kul i hember van kiryarên ku li Tirkiyeyê li hember kurdan rû didin bihê deng nemînin û dengê xwe bilind bikin.

Berpirsê siyaseta derve yê Partiya Ҫep (V) a Swêdê Hans Linde got; Cîhan divê li hember van bûyaran dengê xwe bike û tev bigere!

Ev hemû kiryarên ku li hember kurdan dihên kirin ji ber sebeba ku pirsa Kurd û Kurdistanê nehatîye çareserkirin. Heta ev pirs nehê çareserkirin ev dîmenên ku îro peyda bûne, potensîyela wê heye pêşerojê de jî rûbidin.

Daxwaza FKKS ew e ku pirsa kurd û Kurdistanê li bakurê Kurdistanê bi rêyeka demokratîk, diyalog û aştîyê bihê çareserkirin.
FKKS
9.09.2015