|
Walström: ”Swêd amadeye di hemû waran de hevkariya herêma Kurdistanê bike” |
|
2015-11-03 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja duşemiyê 02.11.2015ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Margot Walstrom wezîra karê derve ya Swêdê û Peter Hultqvist wezîrê parastinê yê Swêdê û şandeya bi wan re kir.
Di civînekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û got ku viyabû zûtir ev serdan bihata kirin, lê derfeta serdana bo herêma Kurdistanê niha çê bû.
Walstrom behsa armanca vê serdanê kir û got ku, ew hatine piştevaniya xwe di hemû waran de ji bo herêma Kurdistanê nîşan bidin û got ku Swêd amadeye di hemû waran de hevkariya herêma Kurdistanê bike. Wê got ku fermandarên leşkerî yên pispor yên swêdî li herêma Kurdistanê hene û li ser meşiq û rahînana pêşmerge berdewam dibin.
Şandeya Swêdê serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li cenga dijî terorîstên DAÎŞê û mêrxasî û azayetiya wan li bereyên şerî ku, bergiriyê ji herêma Kurdistanê û hemû cîhanê dikin, bilind nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana giringa şandeya Swêdê bo herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ku, xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê têkeliyên taybetî digel xelk û hikûmeta Swêdê hene û li ser navê xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya hevkarî û alîkariyên ji aliyê Swêdê pêşkeş bi herêma Kurdistanê tên kirin, kir.
Serokwezîr got ku xelk û hikûmeta Swêdê di demên zehmet û dijwar de alîkariya kurdan kiriye û hijmareke zêde ya kurdan weke penaber hewandine.
Serokwezîr tekîd kir ku xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê amadene têkeliyên xwe bi Swêdê re di hemû waran de pêşbixin.
Gotûbêjkirina rewşa Îraqê û herêmî bi giştî aliyekî din yên civînê bû.
http://cabinet.gov.krd/a/d.aspx?s=040000&l=16&a=53869
|
|
|