|
Pirse û Serxweşî |
|
2021-04-23 14:00 |
FKKS |
fkks@info.se |
|
Pir mixabin bi koça dawî ya hunermend, muzîkerê hêja û jêhatî mamoste Nazim Kakeyî. Kakeyî di warê hunerê de xizmetek mezin bo gelê xwe kiriye.
Mixabin ji ber nexweşiya coronayê, dilê wî yê mezin rawesta û ji nav me koç kir. Kakeyî xebatek giranbuha di warê hunera Kurdî de li dû xwe hişt.
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, pirse û serxweşiyên xwe bo malbata wî ya hêja, bo hemû hunermendên Kurdistan û bo dost û hevalên wî radigîne.
Rehma xwedê lê be û ruhê wî şad be. Xwedê sebir û silametiyê bide malbata wî…
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd 2021-04-23 |
|
|