Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Qetliyama Dersimê nayê ji bîrkirin!
2021-05-04 17:00
Fkks
info@fkks.se
Qetliyama Dersimê nayê ji bîrkirin!
KomaraTirkiyê li ser esasê tirs û zorêhatiye avakirin.

Pêşî di sala 1915´ande qetliyama Ermenî û xeyrî musluman pêkanîn, Piştra berê xwe da Kurdan.

Di sala 1921´an erîşbirin ser heremaQoçgirîyê bi hezaran Kurd kuştin û bi sedan gundênKurdanşewitandin.

Piştî avakirina Komara Tirkiyê, qewlên ku dabûn Kurdan neanîn cîh û dest bi înkara Kurdan kirin. Dersim heremekî ku Kurdên Elewî li wir dijîn.

Tirkan ne tenê Kurdbûna Dersimê her usa ola Elewîtiyê jî ji xwe re asteng dibînin. Komara Tirkiyê di 4´ê Gulan 1937´an de biryar digrê ku Dersimê dagîr bikin.

Li ser vê biryarê 12.04.1937´an de bi erîşek mezin yê leşkerî Dersimê dagîr dike. Di navbeyana 1937-1938´an da bi deh hezaran Kurd, kal û pîr, jin û zarok tên kuştin.

Jinên bi ducan û zarokên sawa dane ber gulan û sunguyan. Pirtir ji 80 hezar Kurd hatin qetilkirin.
Bi deh hazaran kes bi zorê hatin koçberkirinê. Zarokên sêwî mabûn, danin serbazan wek adopte.

Seyîd Riza û  kurê wî Resik Huseyîn jî di 15.11.1937´an de li Xarpêtê li meydana genim de li darve dikin.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, carek din jî qetiyama Dêrsimê bi tundî şermezar dike. Her wisa di kesayetî ya Seyid Riza´yê nemir de, bi taybetî şehîdên Dersimê û bi giştî jî hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîrtîne.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd