Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Şaîr Arjen Arî jiyana xwe ji dest da
2012-10-31 12:00
fkks
info@fkks.se
Şaîr û nivîskarê kurd yê berhemdar Arjen Arî (56) di 30.10.2012ê de li Diyarbekirê ji nexweşiya qanserê jiyana xwe ji dest da.

Em sersaxî, sebir û metanetê ji malbata wî re dixwazin. Bila serê şaîr, nivîskar û wêjehesên kurd û gelê kurd sax be!

Arjen Arî di 1956an de li gundê Çalê ku girêdayî Nisêbîna Mêrdînê ye hate dinê. Helbesta wî yî yekem di sala 1979"an di kovara Tîrêjê de hate weşandin.

Piştî 12 İlonê di kovarên Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem û Çira ku li Swêdê; kovarên Rewşen, Nûbihar, Azadiya Welat, Gulistan, Kevan, Tîroj, W ku li Tirkiyê û kovarên Peyv, Nûbûn, Karwan li Herêma Kurdistan dihate çapkirin de helbestên wî hate weşandin.

Berhemên wî:
Ev çiya rûspi ne
Ramûsan min veşartin li geliyekî
Helbesta Antolojiya Helbesta Bakur
Destana Kawa û Azhi Dehaq
Eroutika
Bihoka li pişt sînor
Şêrgele
Stockholm, 31.10.2012
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê