Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Partiyên Swêdê piştgiriya xwe ji bo gelê kurd diyar kirin
2012-04-02 11:00
fkks
info@fkks.se



Bîstek ji Newroza 2012ê a FKKS


Serokê Partiya Çep Jonas sjostedt


Serokê Tora (netverk) Parlamentoya Swêd- Kurdistan Fredrik Malm


Parlamentera Partiya Muhefezekar Margareta Cederfeldt


Parlamenterê Partiya Gel Ismai Kamil


Wezîrê Hukmetê yê Integrasiyonê Erik Ulenhag(fp)






Cudî


Pirseng


Serdar Budak


Rekês


Narin Feqe


Peywend Caf


Serokê Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê Stefan Lövfen bêşdarê pîrozbayiya Newroza FKKSê bû û piştgiriya partiya xwe ji têkoşîna gelê kurd re nîşan da.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) di 24.03.2012ê de li Stockholmê Solnahallenê Newroz pîroz kir. Di Newrozê de serok û nûnerên Partiyên Swêdê bêşdar bûn û peyamên partiyên xwe ragîhandin civata kurd ya Swêdê.

Serokê Partiya Sosyaldemokrat Stefan Löfven, Serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt, Wezîrê Hukmetê yê Integrasiyonê Erik Ulenhag(fp), Serokê Tora (netverk) Parlamentoya Swêd- Kurdistan Fredrik Malm, Parlamentera Partiya Muhefezekar Margareta Cederfeldt, Parlamenterê Partiya Gel Ismai Kamil bêşdarê pîrozbayiya Newrozê bûn.

Bi taybet Serokê Partiya Sosyaldemokrat Stefan Löfven û Serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt bi kêfxweşî hatin pêşewazîkirin; ji ber ku ew, ev cara pêşîn in bûn ku bêşdarê şahiya Newrozê dibûn. Ew herdû serok berê çendeyekî ji aliyên partiyên xwe ve hatibûn hilbijartibûn.

Serokê Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê Stefan Lövfen di axaftina xwe de qala piştgiriya partiya xwe jib o kurdan kir û got ku, di dema Olof Palme de ev piştgirî dest pê kir, di dema Anna Lindh û Mona Sahlin de pêşdetir çû û ez ê jî wek wan piştgiriya xwe ji gelê kurd re dom bikim.

Li ser navê Komîteya Hevkarî hêzên siyasî yên kurd û kurdistanî Mewlud Abdalzadeh û li ser navê FKKSê seroka wê Sermin Bozarslan axaftin.

Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan di axaftina xwe ya bi zimanê Swêdî û Kurdî de bahsa wê yekê kir ku, îsal Newroz li Kurdistanê di bin siyaseta tund û tujî de li dar ket û siyaseta dewletên mêtingehkar û bi taybet jî ya dewleta Tirkiyeyê bi tundî şermezar kir.

Pîrozbayiya Newrozê ji aliyê berpirsa Kultur û Perwerde a FKKSê Sosin Guven û Meriwan ve ve hat birêvebirin û şahî heta derênge şevê bi dengbêj û hunermendên Kurd Cûdî, Peywend Caf, Pirşeng, Narîn Feqê, Rêkes û Serdar Budak dom kir.