Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
M. E. Bozarslanî kitêba xwe da nasîn
2012-05-27 14:00
fkks
info@fkks.se





Di 26ê Gulana 2012ê de M. Emîn Bozarslanî li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê behsê bergê yekê yê ferhenga xwe «Ferhenga Kurdî» kir. Ew bi dirêjî li ser vê xebata xwe axivî û bi hûrgilî çû ser behsê kurdiyê û sîstema xwe ya wî ev ferheng li gor wê çêkirî.

M. E. Bozarslanî diyar kir ku çavkaniya wî ya sereke ya hilbijartina peyvan û awayê bilêvkirin û nivîsandina wan klasîk û berhemên edebiyata gelêrî ne; ji stiran, çîvanok, çîrok, gotinên pêşiyan û hwd.

Gelek kurdên Swêdê di vê semînerê de amadebûn û eleqeyeka mezin nîşa da. Piştî M. E. Bozarslanî axiftina xwe timam kirî bû gera pirsiyar û bersivan. Ew nusxeyên ferhengên seydayî li gel xwe anîn hemî di cih de hatin firotin û wî îmzeya xwe lêxist. Bergê yekê yê Ferhenga Kurdî (A-D) ya Bozarslanî ji aliyê Weşanxaneya Dengê ve hatiye çap kirin û bergê duyê ji berhema wî Baxçê Zimên jî dê di van du sê mehên bên de derbikeve.

Ev semîner ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd, Kitêbxaneya Kurdî û Federasyona Komeleyên Kurdistanê ve hat amade kirin. Wek hurmetgirtin bo ked û xebata M. E. Bozarslanî ya dûr û dirêj di xizmeta kurdiyê de Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî diyariyeka sembolîk ya hevbeş pêşkêşî wî kir.

Berpirsê Aborî Selam Cizîrî li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) diyariya FKKSê da M. Emîn Bozarslan.