Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Destpêk
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Komeleyên endam
Kontakt
Link
Arşîv
| Webmail |
Skip Navigation Links
 
Ahmed Kakamamî Sparatin Axê
2021-09-02 10:00
FKKS
fkks@info.se
Îro têkoşer û dilsozê doza kurd û Kurdistanê Ahmed Kakamamî, spartin axê. Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, beşdarî merasîma spartina axê û civîna bîranîna wî bû. Serokê FKKS´ê Kovan Amedî axaftinek bo xatir xwestina Ahmed Kamkamamî wekî li jêr e:
Rêzdaran, Hizba Demokrata Kurdistana Îran, endam û kadirên hêja,
Nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî
Beşdarên hêja,
Li ser navê Federasyonê Komeleyên Kurdistanê li Swêd, silav û rêzên xwe pêşkeşî we dikim…
Pir xemgînin ku me îro, rewşenbîr, nivîskar, mamoste û welatparêzê Kurd, pêşmerge û qadirê hêja ya Hizba Demokrata Kurdistana Îran, kakî xom Ahmad Kakememî spart bi axê.
Ew, bavek dilovan bû, ji bo malbata û ji bo hevalên xwe gelekî baş bû, ji bo gelê xwe, ji bo doza azadiya welatê xwe, kesek sadiq û dilsoz bû.
Kek Amedê hêja, Koça te ya dawî, tiştek usa bû ku dilê hemû hezkiriyên te êşand.
Bi wendakirina hevalek wekî te, êş û hîsên xwe nikarim bi çend gotinan îfade bikim. Lê belê, her kes êşa dilê xwe bi ewayek cuda dide der.
Xemgînin, lê her usa em bi naskirina dilsozê netew û welatê xwe hêja Ahmet Kakamamî, gelekî re bi girûr in.
Rêzdar kakamamî, te bi sekinên xwe, bi hest û bîrên xwe bi xebat û têkoşîna xwe ya welatparêz, şopên gelekî baş li dû xwe, ji bo me hişt. Emê, te her tim bi rêz û hurmet bi bîrbînin.
Rêzdaran, yek ji wan daxwazê Kakamamî, ew bû ku her du beşên hizba Demokrata Kurdistan a Îran, wekî bibin yek Hizba Demokrat.
Hêvîdarin daxwaz kak Ahmed Kakamamî, di wextek kurt de bi cîh bê. Wan rojên dawî ji hevalên Komeleya Rojhilat Kurdistanê jî xeberên xweş bo yekitiya her du beşan tên gohê meriv, serketina dixwazim. Her usa hêvî daxwazên me ewe ku li Rojhilata Kurdistanê bereyek netewî û demokratîk, di zûtirîn wext de pêk bê.
Carek din li ser navê Fedrasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, serxweşiyê xwe bo malbata Ahmed kakamamî, bo Hizba Demokrata Kurdistana Îran û bo gelê Kurdistanê radigînim. Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.
Oxir be dilsozê Kurd û Kurdistanê kek Ahmedê xoşewîst, oxir be!

FKKS
2021-08-21