Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Pirozbahîya 100 saliya ABFê û pirsegirêkên demokarsiyê
2012-11-19 11:00
fkks
info@fkks.se









Selam Cizîrî

Di 16ê Mijdar a 2012ê de ABFê sedsalîya xwe piroz kir. Bi minasebeta pirozbahîya sedsalîyê, rêvebirin ABF (Fedrasyona Perwerdekirina Gel) li Stockholm di avayiya ABF stockholmê da şahîyek li darxist. Lê pêşîya şahîyê , ji bo paşeroja ABF seminerek pir bi wate li Salona bi nav û deng Z- Salen hat amadekirin. Seminer ji aliyê Seroka giştî a ABF Helen Petterssonê ve hate vekirin . Li ser rewşa Swêd û paşeroja wê , giringiya demokrasî , azadî, aşîtî, pirsgirêkên civakê û yeksanîyê da Prof. Joakim Palme (Joakim Palme kurê Serokwezîrê Siwêd yê kevin Olof Palmê ye) axifinekê dirêj kir.

Di bin moderatorîya Anicka Nilson da panelek ji aliyê Serokê Partîya Social Demokrat Stefan Löfven, Serokê LO (Land Organisatin yan ku organisationên kirêkarên Swêd ) Karl Petter Thorwaldsson, Seroka Federerasyona Konsumentverket Nina Carlberg hat çêkirin. Panelîstan li ser demokrasî , guhorandina mentalîtê û pêşketîna civakê bir û rayên xwe pêşkêş kirin.

Gellek rêvebirin dezgehên sivil û demokratik beşdarê wê pirozbahîyê bûn. Li ser navê FKKS Berpirsê Aborî Selam Cizîrî beşdarê vê pirozbahîyê bû.

Min bi munesebeta 25 salîya damezrandina FKKS ê di Berbangê da li ser demokrasîyê wisa gutibu ”Demokrasî û gihorandina mentalîtetê bi zorê çênabe. Ev bi rêyên perwerde û karanîna wê di piraktikê da pêk tê û pêşdikeve.Di welatekê da xwendin, perwerde, dezgehên sivil û demokratik û partîyên politik, dezgehên ragehandinê çiqas pir û azad bin, civak ji evqas dipijê, û pêşdikkeve. Lê welatek çiqas pêşketîbe bila bibe û çiqas di sedan salan jî tekoşîna demokrasîyê dabe jî bila bide , lê cardin jî ew welat di warê demokrasîyê da ne sedi sed e. yanî ew xwedîyê hin kêmasîyan e. Şerê demokrasîyê tu caran nayê rawestandin û tu welat bi her awahî di warê demokrasîyê da ne kamile. (Yan ku ne bi seder sed e). Mînaka ABF li ber çava ne.
Wek min got her çiqas me sedesalîya damedzrandina ABF ê piroz kir lê belê li gor rêvebirên ABF ”divêt şerê demokrasîyê bê rawestandin û bi xwirtir bête berdewamkirin”. Wan minakek balkeş dida me ”di sala 2012 han da jibo kursan bêhtirin 200 000 kesan , jibona beşdarbûyîna semineran di babetên cuda de 4 miljon beşdar û jibo konferans û tîştên din bêhtirin du miljon beşdar hebin jî lê ev hijmar li gora wan kêm bû û ew dixwestin ku wan hijmarên hanê herê kêm bibe du kat. ” ji ber ko hin ji çaran yek nifusa swêdê nikarê mukemmel bixwîne û binîvsîne bixwine. Li gor wan pêwîst e zanîyarî ya civakê hê bilintir bibe. Jiber ku di nav civakê da zaniyarî çiqas xwirt û bilind da be civak ewqas pêş dikeve û demokrasî jî ewqas xwirt dibe.

Cihê şanazîyê bû ku Televizyona Kurdistan TV ji jibo girtina filmê beşdarê vê pirozbahîyê bibû. Moderatorê panelê Annika Nilson bi dengek bilind pesnê FKKSê ku yek ji endamê çalak a ABF û KTV da û sipasîyên xwe jibona FKKS û vê kanalê pêşkêş kir.

Iro li Başûrê welatê me jî şerê demokrasîyê bê hempa didome û her ku dîçe asta wê bilintir dibe. Lê divê meriv bi biryar û bi sebir be. Ev tekoşîna hanê hemdemî ye û tu caran dawî nayê.

Bawerîya min ev e ku yê di salên bên da li welatê me Kurdistanê de jî destgehên mina ABF yên xwirt û pêşketî bêne damezrandin û mina wê pêşbikêve û welatê me bîne asta welatên pêşketî.
Bi hêvîya welatek pêşketî ,azad, demokrat û yeksanî