|
FKKS siyaseta şîddetê ku di pîrozbayiya Newrozê de rû da mahkûm dike |
|
2012-03-21 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Îsal Newroz li bakurê Kurdistanê de di nav tund û tûjiyê de hat pîrozkirin. Li Stenbolê di pîrozbayiyê de endamê BDP Hecî Zengîn jiyana xwe ji dest da. Hevserokê DTK û Parlamenterê serbixwe yê Mêrdinê Ehmed Turk li Batmanê tûjê êrîşên polisan bû û hat birîndar kirin. Li Amed, Wan, Batman, Gever, Şirnex, Cizirê, Nusaybin bi sedan kes hatin binçavkirin.
Li gor medyaya Swêdê Seroka Grûba Partiya Çep a Şaredara Stockholmê Ann-Margarethe Livh jî li Nuseybînê tûjî êrişa polisan bûye.
FKKSê siyaseta şîddetê ku di pîrozbayiya Newrozê de rû da di cî de nabîne û bi tundî mahkûm dike; şifayê ji bona Ahmed Turk û birîndarên din re dixwaze û ji malbatên kesên ku di pîrozbayiya Newrozê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî dixwaze. 21.03.2012 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|