|
Me welatperwerekî hêja wenda kir |
|
2012-06-30 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 29ê Hezîrana 2012ê de welatperwerê hêja û dilsoz Selim Bakac (Yilmaz) li Stockholmê ji nexeweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da.
M.Selim Bakac (Yilmaz), hevjînê Hulya, bavê Roza, Evîn û Pelîn, emiyê Bişra, Kendal û Mîran, birayê Henifî û Cemal bû.
Yilmaz welatperwerekî hêja û ew û malbata xwe endamekî çalak yê FKKSê bû; hevalekî dilsoz, fedekar û wefekar yê TDŞK/DDKDê bû.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) bi wefata wî, gelek xemgîn in. Em ji malbat, heval û dostên wî re sersaxî, sebir û metanetê dixwazin. Bila serê gelê kurd sax be!
Ji bona sersaxîyê Birayî wî Cemal: Tel: 0046 (0)70 497 04 80
Taziya wî:
Şemî, 30ê Hezîran 2012, Seat 13.00 - 17.00 Yekşem, 1ê Tîrmeh 2012, Seat 13. 00 – 17.00
Cîh: Li avayiya FKKS (Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê) Adres: Duvbov. 59, 163 43, Spånga
30.06.2012 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|