|
Bi wefata Dr. Nebî Kesen em xemgîn in |
|
2012-09-15 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Ji wefata nişka ya aborîzan û nivîskar Dr. Nebî Kesen(49) em gelek xemgîn in. Ji malbata wî re sersaxî sebir û metanetê dixwazin. Diaspora kurd pisporekî xwe yê hêja wenda kir. Bila serê gelê kurd sax be!
Dr. Nebî Kesen kurdê Andoliyê ji qezaya Cîhanbeylî yê bû û di 12ê Îlona 1980ê de terka welêt kir. Piştî 32 salên biyaniyê di 11.09.2012ê de li Almanyayê li bajarê Hamburgê di qeyrana dil de wefat kir. Dr.Kesen Zaningeha Aborî yê xelas kiribû û doktora xwe li ser Yekîtiya Ewrûpayê kiribû û di derbarê kurdan de û siyaseta penaberiyê de gelek nivîsarên wî hebûn.. 13.09.2012 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|