Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
"Divê em wek rawenda kurd bikaribin bersîva civata xwe bidin ku bêhêvîtî nebe mayîndar"
2018-02-22 14:00
fkks
info@fkks.se


Xuşk û birayên hêja , mêvanên giranbiha,
Ez li ser navê FKKSê bi germî xêrhatina we hemîyan dikim.

Hêvîdar im ku Kongreya me ya îro bi biryarên xwe yên girîng karibe ronahîyê bide van rojên tarî ku em tê de derbas dibin, hemahengîyeka xurt bixe nav xebata me ya hevbeş ya pêşerojê.

Civîna îro ji bo me hemîyan hingaveka gelek girîng e. Jiber ku pêwîstîya me bi hev heye. Endamên me, hemî kurdên Diaspora li seranserê cihanê di rojên dijwar û xeter de, jibo ku bêhêvî nemînin, çav û guhên wan li me ye û ji me daxwaz dikin ku em xebatên baştir û karîger bikin.

Hin roj û dem hene ku dijmin mecalê nade em wek civat nefes bigrin. Rojên wiha teng de komelgehê kurd nêzikî hevûdu dibin. Ev hesteka netewî û însanî ye. Di wan rojan de divê em wek rawenda kurd bikaribin bersîva civatê xwe bidin ku bêhêvîtî nebe mayîndar.

Beşek ji şerê dijmin şerê psîkolojîk e jî. Dixwazin îrada kurdan bişkînin. Divê em jî bi hemî hêz û îmkanên xwe hewl bidin ku îrada kurdan neşkê û li hember hovîtiya dijmin bihêztir be.

Pêwîst nake em bi firehî behsa rewşa gelê xwe bikin. Welatê me di bin îşxala çar dewletên dagîrker de ye. Zulm û zordestîyên wan dewletan êdî hemû sînorên nirxên mirovatîyê derbas kiriye. Dijminane ye, hov e, nijadperest e, faşîst e û tu pîvanên navnetewî jî nas nake.

Em wek netewe di bin xeterîyeka mezin da ne. Dijmin dixwaze bi her awayî û bi her metodên şîdetê dengê me, hebûna me, hetta nefesê me jî bifetisîne.

Her dewletên ku beşek ji welatê me dagîr kirine, dem tê jiboku dagîrkerîya wan bidome dikarin di nav sanîyekî de hêzên xwe yên askerî û dîplomatîk yek bikin, bikevin tevgerê ku bi hemî hêzên xwe ve êrîşê me bikin.

Me li Kerkuk, Xaneqîn, Xurmatû û Şingalê dît. Sê dewletên dagîrker Iraq, Iran û Tirkiye bi mîlîsên xwe yên Haşd el Şabî, jiber ku Kurd biryara dewleteka serbixwe dabû karibûn di nav çend saetan de axa Kurdistanê dubare îşxal bikin. Îro em li Efrînê heman senaryoyê dibînin. Jixwe berê di bin îşxala Surîye de bû , niha jî Tirkiye careka din dixwaze îşxal bike. Vê carê hêza wan bes nake li hember kurdan şer bikin, binmayîyên DAEŞê wek çete bera gelê me yê mazlûm didin.

Dinya, komelgehê navnetewî tevî ku hêjî muhtacê kurdan in, bêdeng e. Ne mehkûm dike, ne alîkarîya kurdan dike ne jî rêz li peymanên xwe yên navnetewî digre.

Heman dinya û heman komelgehê navnetewî di qetlîamên Dersîm, Koçgirî, Agirî, Helebce, Enfal, Şirnex, Nisêbîn, Şingal, Kobanî, Sûr û Cizîr de jî dîsan bêdeng bûn.
Dinya ne hazir e helwesta rastteqîn bigre û plan û bernameyekî wan jî ji bo pêşeroja miletek 40 milyon tune ye.

Helbet ew biryara wan ya ligor berjewendîyên wan e.
Lewra divê em bi xwe navika xwe jêkin.

Lê em ê bêdeng nemînin. Em ê him dagîrkeran him jî dinya bêdeng şermezar bikin hetta ku ew helwestên xwe serrast bikin.

Ji bo vê yekê divê em wek lobiya kurdên diaspora zêdetir xebat bikin, rê û metodên nûjen bibînin ku hewldanên me karîger bin, karibe gelê me mobîlîze bike û herweha tesîreke mezin li sîyaseta komelgehê navnetewî bike.

Divê em tu carî jibîr nekin ku pirsa maf û azadîya kurdan pirsekî, daxwazekî rewa ye, biheq e û ji alîyê dagîrkeran ve jibo me naye bexş kirin. Herweha dewletên derve jî ji bo me serê xwe naêşînin.

Lê bawer bikin rê heye û ew jî di destê me de ye. Ji bo dozeka rewa û biheq divê em vê potansîyela bêhempa ku di dest me de ye bixin tevgerê.

Bi wê hêvîyê ez careka din xêrhatina we dikim.
Bijî Kurd, bijî Kurdistan

Keya Izol, Serokê FKKSê

Civîna Rawenda Kurdên Diyaspora li Stockholmê

10/02/2018