|
FKKS zanyarê Kurd pîroz dike! |
|
2018-08-02 15:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Matematîknasê Kurd, Koçer Bîrkar Xelata Fields ku bilindtirîn xelata matematîkê ya navneteweyî ye bi dest xist. Di wergirtina xelata xwe de Koçer Bîrkar gotîye; "ew hêvîdar e ev xelat 40 milyon kurd bextewar kirîye."
Koçer Bîrkar xelkê bajarê Merîwan a ser bi parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Çend sal berê koçberî Brîtanyayê bûye û li Brîtanyayê mamosteyê zanîngeha Cambridge ye.
FKKS zanyarê kurd pîroz dike û hêvî dike ku ciwanên xwendekar yên Kurd vî zanyarê xelatwergir ji xwe re bikin nimûne. xxx
John Charles Fields (1863-1932) li Torinto -Kanada profesorê Matamatikê bûye. Di sala 1924ê de gava Kongreya Navneteweyî ya Matamatikgeran ava bûye, bûye sekreterê wê û heta mirina xwe vî karî meşandîye. Piştî mirîna wî wesîyeta wî ew bûye ku li ser navî wî ji 4 salan carek medalyayekê zêr ji wan zanayên matamikgeran re ku temenê wan di bin 40 salî de ne bihê belavkirin. Medalya di nirxê 47.000 dolar de ye û carna bi navê "matamatîkgerên xelatanobelê" dihê binavkirin. 2.08.2018 FKKS |
|
|