Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
”Em ê rojekê hemû sinorên we yên zordariyê ji holê rakin”
2019-03-25 14:00
fkks
info@fkks.se












Newroza 2019ê a FKKSê di 23ê Adarê de li Stockholmê li Filedelfia Kyrka li dar ket. Kurdên li çar perçeyên Kurdistanê bi girseyî bêşdarê pîrozbayîyê bûn. Di Newrozê de nûnerên partîyên swedê û kurdan amade bûn. Xelata îsal a Newrozê çû bo parlamenterê Partîya Liberal Fredrik Malm. Malm bi salan e bêşdarî hemû çalakîyên Kurdan dibe û dostekî kurdan yê qedirşînas e.

Şeva pîrozbayîya Newrozê ji alîyê Mardîn Hêja Baban û Aware Hewremanî ve hat birevebirin û bi govenda Komciwanê dest pêkir. Dengbêj Rêkes û Ayad bi stranên xwe govendê geş kirin û hunermend Rewşen tevî grûba xwe û bi dengê xwe yê zelal rengekê din da pîrozbayîya Newrozê, bêşdar bi dilxweşî wê guhdarî kir.

Axaftina Serokê FKKSê Keya Îzol bi hestîyarî barkirî bû. Em li jêr axaftina wî pêşkêş dikin.

Xwişk û birayên hêja, mêvanên giranbiha,
Hûn hemî bi xêr û xweşî hatine şevahenga Newrozê.

Cejna netewî, sembola têkoşîna azadîyê, Newroza we pîroz be.

Kurdên çar perçeyên Kurdistanê di vê roja pîroz de li her derê cîhanê bi coşeka mezin Newrozê pîroz dikin û careka din bersîveka xurt didin dijminên dagîrker.

Me dît di nav pênc salên dawîyê de neyarên me çi anîn serê kurdan. Em ji wan re dibêjin!

Ey raqîp!
Ey dijminên hov!

Baş bibînin!
Înkar, talan, kuştin, komkujî û hemî hovîtîyên we çawa li we vedigere.

Bibînin!
Netewa kurd çawa zîncirên we yên zordestîyê yek bi yek perçe dike.

Mîlyonan keç û xortên kurdan çawa dîlana azadîyê digerînin!

Ji çirûska çavên wan baş bitirsin.

Hûn dibêjin qey hovitiya we dê me bitirsîne, kuştinên we me biqedîne.

Ma hêjî hûn nasnekirine em kî ne?

Em kurd in, kurd. Endamên miletekê qedîm.

Em neviyên Seyid Riza, Şêx Seîdê Piran, Pêşewa Qazî Mihemed, Mustefa Barzani yê nemir in. Em parêzerên Mahabad, Hewlêr, Dîyarbekir, Qamişlo, Kerkuk, Kobanî û Efrîn in, em li hember zulma we rabûne ser pîyan, li ser serên we ala rengîn bilind dikin.

Ey dijminê hov!

Em ji we natirsin.
Lê em baş dizanin, hûn ji me gelek ditirsin.
Hebûna me, zimanê me, ala me, tekoşîna me, yekîtiya me, qehremaniya me bûye tirsa we, kabûsa xewnên we.

Hûn baş dizanin ku em ê rojekê hemû sinorên we yên zordariyê ji holê rakin.

Bibînin, şêr û plingên kurdan çawa pergola we li Baxozê hilweşandin.

Bitirsin û baş bizanin.

Tîr ji kevanê derketiye êdî veger tuneye.

Bi milyonan keç û xortên kurdan li her derê cîhanê agirê Newrozê pêxistine û dibêjin.

Em hene, em li her derê ne!

Em ê her hebin!

Axa xwe, welate xwe, hebûna xwe biparêzin.

Hûn ji me bitirsin. Jibo ku vêcare em wek berê nayin, vêcare em careka din soza xwe dubara dikin ku ala kurdan wê tucar neye xwarê.

Em ê mil bi mil, wek dileki pola, bi stran û dîlanên xwe yên kurdî sînorên we yên zordestiye bi temamî ji holê rakin, welatê bavûkalan rizgar bikin.

Newroz pîroz be!
Bijî Kurd û Kurdistan