Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Zarokan pîrozbayiya Newroza FKKSê geş kir!
2011-03-28 09:00
Fkks
info@fkks.se


Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di 26ê adara 2011ê de li Stockholmê li Solnahallenê bi girseyekî qelebalix şahiya Newrozê pîroz kir.

Newroz bi grûbên govendê yên Koma Folklora Kom-Ciwan û Koma Folklora Helperkê dest pê kir. Gûbên folklorê bi reksên xwe reng dan şahiya Newrozê û wê geş girin.

Nûnerên Partiyên Swêdî ji Partiya Çep(V) Jacob Jonsson, ji Partiya Muhafezekar (M) Rebuar Fredon, ji Partiya Liberal a Gel (Fp) Fredrik Malm ku di parlamentoyê Swêdê de serokê netverka Kurdistan-Swêd e axifin û bi kurdî Newroz pîroz kirin.

Herweha dosta kurdan û seroka berê ya Partiya Sosyaldemokratan Mona Sahlîn jî yek jî mevanê şeva Newrozê bû. Ew di şevê de axaftinek kir, serkeftin bo kurdan daxwaz kir û bi kurdî got Newroz pîroz be!

Seroka FKKSê li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê spasiya Mona Sahlin bo piştgiriya wê ya bi salan bo gelê kurd û bo xebatê wê ya bo civateke piralî û pirkulturî û bo xebatê we ya li dij nîjadperestîyê jê re wek xetire 3 pirtûkên balkêş li ser kurdan diyarî kir.

Seroka FKKSê Şermîn Aycan Bozarslan di axaftina xwe ya bi kurdî û Swêdî li ser bûyarên rojane yê kurdan sekinî û xebata FKKSê a ji bona demokratî û yeksan anî zimên. Muloud Abdelzadeh li ser navê Hevkarî peyama wan xwend.

Hunermend û dengbêjên ji çar parçeyên Kurdistanê; Nasir Rezazî(Rojhilat), Muhamed Taha Akreyî (Başûr), Mahmud Ezîz(Rojava) û Helîn (Bakur) bi awazên xwe şevê geş kirin û bêşdarên Newrozê bi muzika wan heta derengê şevê govend gerandin.