Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Komeleya Spångayê-sohbeta li Tenstayê
2013-11-18 14:00
fkks
info@fkks.se



Di 17.11.2013ê de li Stokholmê li Belediyeya Spångayê li taxa Tenstayê li avayîya Konsthallen sohbetek li ser kurdên Swêdê bi giştî û kurdên Tensta û li ser xebat wan ya komelayetî hat amadekirin.

Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Şermîn Bozarslan, Nivîskar Rohat Alakom, Serokê komeleya kurd li Spångayê Burhan Yildiz, ji Radiyoya Aştî Haci Kardoxî û yek ji niçteciyê Tenstayê Sukru Urgun li ser babetê pêyivin, agahî dan.

Tensta taxeka Stokholmê yê û îro piranî kesên biyanî ku ji welatên cûrbecûr yên dinyayê hatine li wê dijîn. Despêka salên 80yî gelek kurd bi taybet jî Kurdistana bakur gelek kurd li vê taxe jiyane. Îro hejmara kurdên ku li vir dijîn li gora 1500 kesî ne. Komeleya Sponga ya Kurd ku yek komleyekî çalak yê endamê FKKSê ye heta nuha bêwestan xebata xwe domandiye.

Sohbet ji aliyê Komeleya Kurd li Spongayê hat amadekirin; Seroka FKKS Şermîn Bozarslan serpêhatiyên xwe yên vê taxê anî zimên û wexta li vê taxê jiya ye bahsa xebata xwe ya Komeleya Yekîtîya Jinên Kurdistanê kir, lêkolîner-nivîskar Rohat Alakom li ser têkiliya Swêd û Kurdan a tarîhî rawest û bi dokumentasiyonên ku amade kiribû pêşkeşî guhdervanan kir, Serokê Komeleya Spångayê Burhan Yildiz herweha ew di eynî demê de di Beledîyeya Spongayê de nûnerê Partiya Gel(Fp) e jî, li ser xebata komeleyê û rewşa civakî ya Tenstayê agahî da, Hecî Kardoxî ku bi salan e karê komeleyetî û karê Radiyoya Aştî yê birêve dibe serpêhatiyên xwe bi lêv kir, Şukru Urgun ku 30 sal e li taxa Tenstayê dimîne rewşa wê bi guhdervanan re parve kir.