Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kurdên Feylî: doh, îro û sibê
2014-02-10 12:00
fkks
info@fkks.se





Di 9.02.2014ê de li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî, " Kurdên Feylî: doh, îro û sibê" semînerek ji aliyê Macîd Cafer ve hat dayîn. Semîner ji alîyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS), Federasyona Demokratîk a Kurdên Feylî û Kitêbxaneya Kurdî ve hatibû organîzekirin. Zimanê semînerê Swêdî bû.

Semîner ji aliyê Midûrê Kitêbxanê Newzad Hirorî ve hat vekirin û ji alîyê Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan ve hat birêvebirin.Semîner qelebalix bû û bi alaqeyeka mezin hat guhdarîkirin. Gelek pirs hatin kirin; semînerek gelek bi sûd bû.

Ne tenê ew herkes wan bi navê Kurdên Feylî bi nav dike. Kurdên Feylî piranî li Başûr û Rohilatê Kurdistanê di herêma sînorê Iraq-Îranê de dijîn. Li Mendalî(Diyala) û Xaniqîn a Başûr li Kermenşah û Ilama Rojhialtê hene. Li Badatê hejmarek mezin Kurdên Feylî û herweha li Tahranê jî hene.

Misilman in, lê ji mezheba Şîî ne, diyalekta wan lorî ye, zêdetir kultur û zimanê wan bi devkî ye; nivîs pêş neketîye. Nifusa wan ne dîyar e; tê gotin li başûr û Iraqê nêzî du milyon e piranî li Bagdatê dijîn. Li Rojhilat û Tahranê jî navbera milyon û du milyonan de ne.

Di nav Kurdên feylî de bi taybet jî li Bagdadê de gelek dewlemend hene xwediyê fabrîka û şîrketên mezin in. Di navbera salên 1969-72 û di navbera 1980-90 de bi sedhezaran ji wan ji ber zilmê reviyane Iranê. Di dema Saddam de li dijî wan qetlîam hatine kirin; gelek wendabûne, gelek ji wan jî herêma xwe terkirine çûne bajarên Kermanşah û Ilhamê û herweha Tehranê, û herweha gelek ji wan jî çûne welatên Ewrûpayê û her weha Awustralyayê.

Îro jî li hêrama xwe tu ewleyîya wan tuneye, ne qanalek wan ya Tvê, ne jî dibistanekê bi diyaletîka wan heye. Di Parlamentoya Iraqê de 16 parlamenterên Kurdên Feylî hene, ew jî di nav listeyên partiyên cûda cuda de cî digrin. Di vê demê de li Parlamentoya Herêma Kurdistanê de nûnerê wan tuneye.

Baba Tahir, Leyla Qasim, Sekreterê Partîya Komunist a Iraqê yê berê Ezîz Mihemed û herweha Sekreterê PDK-Iraq yê berê Hebîb Mihemed Kerîm kurdên feylî bûn..