|
Kurdistan û prosesa misilmanbûna kurdan |
|
2014-04-26 23:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 26.04.2014ê de li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî semînerek bi navê Kurdistan û prosesa misilmanbûna kurdan ji alîyê Zîya Avcî re hat dayin. Semîner ji alîyê FKKS, Kitêbxaneya Kurdî û Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê hatibû organize kirin.
Semîner têza Şivan Mistafa Osman bû û ji aliyê Zîya Avcî ve ji soranî wergerandibû kurmancî pêk dihat û Ziya Avcî di vê çerçeweyê de axifî.
Li gor têza Şivan Mistefa Osman, berîya misilmanbûnê di nav kurdan de bawerîyên pûtperestî, zerwanî, zerdeştî, manî, mesihîtiyê hebûne; di dema Hz. Omer de mislimnatiya kurdan dest pêkiriye ev proses him bi dare zorê û him jî bi dilxwazî bûye. Yên misilmantiyê qebûl nekirine û dine xwe parastine wan cuziye (bac) dane; yên ku nikaribûne demek dirêj bacê bidin mecbûrî misilmantîyê qebûl kirine. Bêşdarên semînerê bi dîtin û pirsin xwe semînerê dewlemnd kirin.
|
|
|