Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Rojek bo piştgiriya Kurdên Sûriyê
2010-12-13 14:00
fkks
info@fkks.se
Li paytexta Swêdê Stockolmê, di 13/11 de rojeke piştgiriyê ji bo kurdên Sûriyê ji aliyê Federasyona Komeleyên kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi hevkariya Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê (EKSS) ve hat lidarxistin.

Di salona civînê de zêdî 200 kes, ji kurdên Sûriyê û kurdên hersê parçên din yên Kurdistanê û mêvanên swêdî, beşdar bûn. Bi taybetî perlemanterên Swêdê yên nijad kurd Cebar Emîn ji partiya keskan (Miljöpartiet) û Ismail Kamil ji partiya Gel (Folkpartiet) û perlamenterên swêdî Margaretahe Margarethe Cederfelt, ji partiya Muhafezekaran (Moderat), Fredrik Malm ji partiya Gel (Folkpartiet), Jakob ji partiya çep (Vänsterpartiet), Ann Margarethe Liv berdevka partiya çep ya swêd ya foruma navnetewî û gelek mêvanên rêzdar yên din.

Programa civînê du xalên bingehîn yên siyaseta nijadperest ya rejîma sûrî li ser kurdan girtin ber çav, pirsa bê hemwelatiya nêzî sêsed hezar kurdên sûrî û pirsa Qanûnana 49 an. Di Civînê de av rezadar axaftin:

• Seroka FKKS Şermîn Bozarselan
• Serokê Encumena kurdên Sûriyê li Swêd Dr. A. Seyda
• Serokê hevkariya partiyên kurdistanê, birêz Şefîq Kaya
• Dr. Emîn Silêman agahdariyek dîrokî û siyasî li ser rewşa kurdan li Sûriyê pêşkêşî beşdaran kir
• Perlementera partiya Muhafezekaran, Margarethe Cederfelt
• Seroka komîta Foruma Navnetewî ya partiya çep ya swêd, Ann-Margarethe Livh
• Fredrik Malm, perlementerê partiya Gel
• Cebar Emin, pelementerê partiya keskan
• Rewşenbîrê sûrî, Rîmon Macûn

Di vê civînê de Amûdê hat bîranin û kurte -fîlmek li ser Agirê Sînema Amûdê û bîranîna wê hat pêşkêş kirin.
Di beşa azad de ji gelek kes, di nav wan de; Omer Sexmus, Dr. Ibrahim, Gabar Çiyan, ji Sosyal Demokratan Salar û Evin Çetin, parlementerê partiya çep Jakob Johnson ditîn û pêşniyarên xwe li ser xebatê pêş anîn zimên.

Roja piştgiriyê Kurdê Sûriyê be serkeftin amada bû û bi axaftina dawî ya Seroka FKKSê Şermîn Bozarslanê ya ku spasiya hemû mêvan û beşdaran kir dawî bû.

www.fkks.se