Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Projeya Familjehem
2010-12-09 13:00
fkks
info@fkks.se
Projeya Familjehem (Perwerdemal) ku ev 3 sal in Federasyona Komelyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) pê re kar dike, semînera xwe ya dawî di 12/12 2010 li Stockholmê li ABF pêkanî û proje bi dawî hat.

Armanca projeyê ev bû ku, ji bo ciwanên kurd ku bi serê xwe hatine Swêdê ji bona wan peydekirina malbatên kurd bû, da ku ew ji kultur û zimanê xwe dûr nekevin.
Di semînere de nêzikî 100 kes besdarî kirin. Pirtûka proje bi navê ’Dîtina Mal’ (att hitta hem) ku nivîsa seroka Federasyonê jî tê de ye hat belavkirin.

Di dawîyê de nûnerên 7 federasyonê ku di projeyê de bi hev re kar kirine, di panelekî de besdarî kirin, ditînên xwe û tecrûbeyên xwe li ser projeyê anîn zimên. Seroka FKKSê Sermin Bozarslan di vê panelê de beşdarî bû.

FAMILJEHEM
Kurdiska Riksförbundet arbetar tillsammans med skyddsvärnet och en rad etniska organisationer för att hitta flerspråkiga familjehem för flerspråkiga barn. Kurdiska Riksförbundet vill att många kurdiska familjer vill bli familjehem för kurdiska barn och ungdomar som behöver ett tillfälligt hem. Man får ersättning för sina kostnader. Kontakta oss om du vill bli familjehem

PERWERDEMAL
Federasyona Komleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) bi Komeleya Skyddsvärnet û bi federasyonên din re dixebite ku perwerdemalên pir zimanî ji bona zarokên pir zimanî peyde bike. FKKS dixwaze malbatên kurd ji bona zarok û ciwanên kurd yên ku pêwistiya wan bi perwerdemal hene ji bona demekî muweqet li mala xwe bi cî bikin. Malbat heq û lêçûna mesrefa xwe distînin.
Ger tu dixwazî bibî perwerdemal pêywendî bi me re deyne.

فیدراسیونی کۆمهڵهکوردستانیهکان له سوید کاردهکات به هاوکاری
کۆمهڵهی پارێزگاری منداڵان و چهند ڕێکخراوێکی زانستی ڕهوشت
بۆ پهیداکردنی ئهو خێزانانهی که به چهند زمانێک قسه دهکهن و
فیدراسیونی کۆمهڵهکوردستانیهکان داوادهکات و ههوڵ دهدات که
ژمارهیهکی زۆر خانهوادهی کوردی کاری پهروهردهی منداڵ بکهن
( فامیلی هێم ) بۆ منداڵ و لاوانی کورد ،ئهوانی که پێویستی کاتیان به
( فامیلی هێم ) ههیه، لهبهرامبهردا ئهو خێزانانهی که کاری فامیلی هێم دهکهن موچه وهردهگرن.
پهیوهندیمان پێوه بکه ئهگهر دهتانهوێت کاری پهروهردهی منداڵ
( فامیلی هێم ) دهکهن :
فیدراسیونی کۆمهڵهکوردستانیهکان،

PERWERDEMAL

Perwerdemal, ji bo wan zarok û ciwanên kurd ku bi tenê tên Swêdê an jî li vir ji malbatên xwe dûr dikevin hewce ye.

Di van salên dawîye de gellek zarok û ciwan ji Kurdistana basûr û ji Iraqê bi tenê bê dê û bavên xwe hatine Swêdê. Herweha li Swêdê jî zarok û ciwanên kurd ji ber sedemên curbecur carna mecbûr dimînin ku ji malbatên xwe dûr bikevin.

Wexta zarok û ciwanên kurd tûjî rewşeka weha dibin gellek girîng e ku ew ji ziman û kultura kurdî dûr nekevin û ew karibin li cem malbatên ku ziman û kulturên wan dizanin bimînin. Dema zarok û ciwanên kurd bixwazin li cem malbatên kurd bimînin û pêwîstîyên wan ji bo vê yekê hebin divê malbatên kurd wek alternatîv ji wê re amade bin. Ji bona vê yekê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS), pêwîst dibîne ku malbatên kurd ji bo vê rewşê bên agahdarkirin û bên perwerdekirin.

Di dema hûn wek malbat bixwazin ciwan an jî zarokekî kurd bigrin cem xwe divê muracaatî Daîra Sosyalê bikin Daîreya Sosyalê pistî lêkolîna xwe digel we û li ser rewşa malabata we, biryarê dide ku gelo malbata we musaît e zarokek/ciwanek wek endamê malbatê werbigre an na? Ji bo ev malbat ku mala xwe ji bo zarok an jî ciwan vedike, Daîreya Sosyalê heqê mesrefê dide.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi riya SIOSê digel şeş Federasyonên biyanî di nav projeyeka malbat de cî girtiye. Komeleya Skyddsvärnet wek berpirsiyarê giştî ya vê projeyê ye. Federasyona me ji pêkanîna projeya malbat ya beşa kurdî berpirsiyar e.

Em bangê dê û bavên kurd dikin ku, ew bêşdarî çalakîyên perwerdeyî ya vê projeya malbatê bibin. Li ser vê babetê zêdetirîn agahdarî werbigrin da ku karibin biryara xwe bidin gelo dixwazin bibin malbat ji bo zarokek an jî ciwanek.

Ji bo beşdarîya çalakîyên perwerde û agahdarîya zêdetir digel me têkilî deynîn, malpera FKKS û Berbang taqîp bikin.

info@fkks.se
www.fkks.se
www.berbang.org


Dixwazî bibî Perwerdemal- ya jî kesek din nasdikî ku ew dixwaze bibe?
Hevwelatiya/ê hêja,

FKKS dest bi xebatên sala 2em ya projeya perwerdemal kiriye.

Di vê perîyodê de em dê girîngî bidin li ser beşdariya ciwanên kurd yên penaber ku bi tenê hatine Swêdê di çalakîyên kulturî de û hevnasî de.

FKKS pir girîng dibîne ku malbatên kurd ji bo zarokên kurd ku ji ber sedemên curbecur nikarin li cem dê û bavên xwe bin an jî ciwanên kurd ku bi tenê hatine Swêdê demekî bibin malbat. Ev yek ji bona ku zarok û ciwanên me ji ziman, nasname û kultura xwe dûrnekevin pir girîng e.

Ji bo malbatên ku piştî lêkolîna Daîreya Civakî mafê wan hebe ji bo zarok an jî ciwanek
ji bo demekê bibin perwerdemal, heqê mesrafên pêwîst werdigrin.

Komeleya Skyddsvärnet ji sala 1986an vir ve bi karê bicîkirinaperwerdemal ve mijûl e. Komele nuha li herêma Stokholmê (û heta 10 mil dûrê Stockholmê) li malbatên ku dixwazin bi vî karî sosyal re eleqedarbin, digere da ku ew ciwan (di navbera 13-20 salî) ya jî salmezin ji bona demekî dirêj ya jî kin li mala xwe bi cî bike.
Malbat heq û lêçûna mesrefa xwe distînin.

Komeleya Skyddsvärnet li gel Federasyona Asûriyan, Federasyona Îraniyan, Federasyona Îtaliyan, Federayona Kurdan, Federasyona Sirban û Federasyona Tirkan projeyeka sê salan bi navê ”Perwerdemal ji bona ciwanên xwedî paşxaneyên etnîkî yên cuda” li dar xistiye.

Di derbarê projeyê de tu dikarî bêşdarî civînên me yên agahî bibî û zêdetir agahî werbigrî da Perwerdemal tê çi wateyî.

Ger bixwazîn ji bo zarok an jî ciwanekï kurd bibin malbat an jî ji bo agahdariya zêdetir li ser vê yekê werbigrin, dikarin di gel Federasyon federasyon@hotmail.com, tel:08-277255 an jî Isabella Cannov têkilî deynin: 0767641412, 08-729 17 32 isabella@skyddsvarnet.se (Berpirsiyara projeya ”Perwerdemal ji bona ciwanên xwedî paşxaneyên etnîkî yên cuda”)

www.skyddsvarnet.se
www.fkks.se