Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
دەستپێك
ف ک ک س
هه‌واڵ
ڤئدیۆ - فۆتۆ
کۆمه‌ ڵه‌کانی ئه‌ندام
پێوەندی
لینک
ئه‌رشیڤ
Skip Navigation Links
 
Edaleta Iraqê tescîl bû, lê edaleta navneteweyî !?
2010-12-11 12:00
fkks
info@fkks.se
Ji FKKS Daxuyaniya çapemeniyê

Edaleta Iraqê tescîl bû, lê edaleta navneteweyî !?

Berdevkê fermî yê hikûmeta Iraqê Elî Debax ragihand ku Elî Hesen Mecîd naskirî bi navê Elî Kîmyawî di 25.01.2010ê de hatiye îdamkirin.

Elî Hesen Mecîd kurxaltiyê Sadam Husên bû û di dema rejîma jinavçûyî ya Beasê de berpirsê navçeya bakur û tawanbarê sereke yê kîmyabarankirina Helebçeya Şehîd û karesata Enfalê bû. Elî Hesen Mecîd 5 meh piştî hilweşiyana rejima Sadam di Tebaxa 2003ê de hatibû girtin

Dadigeha Bilind a Tawanan a Iraqê jî li ser van tawanan bi îdamê ceza kiribû û di 25.01.2010ê de jî ew hikûm hate bicihanîn.

Em Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê wek prensip li dijî îdamê ne, lê divê em destnîşankirin ku cirimên li dijî mirovayiyê hatine/tên kirin bê ceza nemînin. Di cezakirina Alî Kimyawî de adeleta Iraqê hatiye tescîlkirin. Lê divê di warî qatlîama Helepçeyê de hewildanên me yên çalakiyan berdewam bibin heta ku Yekîtiya Neteweyan Tevkujiya Helepçeyê wek sûcekê dijî mirovayiyê nas bike û 16ê Adarê bixe rojeka navneteweyî ya qedexekirina çekên kimyawî.

26.01.2010
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê