Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
دەستپێك
ف ک ک س
هه‌واڵ
ڤئدیۆ - فۆتۆ
کۆمه‌ ڵه‌کانی ئه‌ندام
پێوەندی
لینک
ئه‌رشیڤ
Skip Navigation Links
 
FKKS: Em perwerdeyê bi zimanê xwe dixwazin!
2010-12-11 12:00
fkks
info@fkks.se
Mafê perwerdeya zimanê zikmakî mafekê bingehîn yê mirovayiyê ye. Neteweyên Yekbûyî (YN) di civîna xwe ya 20ê Mijdara 1989ê de bi qebûlkirina Beyannameya Mafê Zarokan vî mafî destnîşan kiriye. Ev maf her weha di peymanên navneteweyî yên giştî yên eleqedar de û her weha bi taybetî jî di peymana navneteweyî ya mafên zarokan de, di xalên destpêkê de û di xalên 17, 29 û 30yî de bi awayek taybetî û zelal hatîye nivîsandin.

Ji bona wê jî daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî daxwazek rewa, meşrû, girîng, pêwîst û di cîyê xwe de ye.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) her tim parezgerî zimanê kurdī būye. Ew di hemû kongreyên xwe de vî mafî wek yek ji biryarên kongreyên xwe destnîşan kiriye û di kongreya xwe ya dawîn a 24-mîn de jî dīsa bi yek dengī nīsan daye û 139 nūnerên kongreyê bi yek helwestî gotiye; zimanê kurdī divê bibe zimanê fermī yê perwerdeyê.

Lê dewlet û hûkmetên Tirk ji bona ku mafê perwerde yê bi zimanê zikmakî qebûl nekin li hember wan xalên ku bi Beyannameya Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (YN) de hatiye qebûlkirin îtîrazên/çekinceyên xwe nîşan daye û bi vî hawayî beyannameyê îmze kiriye.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) axaftina serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyib Erdogan ku di warî perwerdeya bi zimanê zikmakî de kiriye û li dij e ku ev mafê perwerdeyî bi zimanê kurdî hebe, wek bêtalîhî dinîrxîne û beyanên ku heta nuha di vî warî de daye bêsamîmîyet dibîne.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyib Erdogan di 10ê Sibata 2008ê de li Almanyayê got ku; ”asîmîlasyon li hember mirovayê sûcekî mezin e” Lê eynî Erdogan û hukûmeta wî, bi navê dewleta Tirk, sûcekî mezin yê asîmîlasyonê li hember zimanê Kurdî dikin; ji ber ku wexta zimanekî ku di nav sîstema perwerdeyê de neyê bi kar anîn, hingê ew zimên eşkere tê qetilkirin. Îro li Tirkiyeyê li ser zimanê Kurdî ev tê kirin. Dewleta Tirk bi hemû hukûmet û mekanîzmayên xwe ve, ev nêzîkî 90 sal in vî sûcî li hember zimanê Kurdî dikin. Hukûmeta Erdogan jî yek ji wan e.

FKKS bangî dewletên serdest yên kurd di bin nîrê wan de ne dike ku ew hebûn û nasnameya kurdan bi fermî qebûl bikin û zimanê kurdî resmî bibe zimanê perwerdeyê.

7.10.2010
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê