Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS: ”Divê şiyara me bi zimanê Kurdî perwerde be”
2010-12-11 12:00
fkks
info@fkks.se
FKKS; Di roja zimanê zikmakî de
”Divê şiyara me bi zimanê Kurdî perwerde be”

“Roja Zimanê Zikmakî” ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (ÛNESCO) ve di 17ê Mijdara 1999ê de wekê roja makzimanan hat qebûlkirin û cara yekem di 21ê Sibata 2000î de hat pîrozkirin. Û ji wê tarîxê vir ve êdî bûye tradisyoneka navneteweyî û li seranserî cîhanê wek rojeka makzimanan tê pîroz kirin.


21ê Sibatê herweha ji aliyê Netewên Yekbûyî(NY) wek rojeke dijî kolonyalîzmê hatiye qebûlkirin û di vê rojê de kolonyalîzm tê şermezar kirin.

Ev herdû roj jî ji bona kurdan bi wate ne. Welatê Kurdan, Kurdistan hîn jî kolonî ye û miletê kurd di bin nîrê Tirkiyeyê, Îran û Sûriyeyê de ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bê par in. Zimanê kurdî di bin sîstema kolonî ya van dewletên serdest de hin bi fermî nahê qebûlkirin û di sîstema perwerdeya van dewletan de ciyê xwe wernegirtiye.

Li Tirkiyeyê herçiqas di çerçweya berendambûna Yekîtiya Ewrûpayê de hin gav hatine avêtin jî (wek TRT Şeş) lê hukmet û dewleta Tirk bi israr li dij e ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Hukmeta AKPê herçiqas bi navê ”Vebûna kurd” dest bi pêvajoyekê kiriye jî lê di nav planên wê de ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanekî perwerdeyê cî nagire û ev di rapora xwe de jî eşkere kiriye.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyib Erdogan di 10ê Sibata 2008ê de li Almanyayê got ku; ”asîmîlasyon li hember mirovayê sûcekî mezin e” Lê eynî Erdogan û hukûmeta wî, bi navê dewleta Tirk, sûcekî mezin yê asîmîlasyonê li hember zimanê Kurdî dikin; ji ber ku wexta zimanekî ku di nav sîstema perwerdeyê de neyê bi kar anîn, hingê ew zimên eşkere tê qetilkirin. Îro li Tirkiyeyê li ser zimanê Kurdî ev tê kirin. Dewleta Tirk bi hemû hukûmet û mekanîzmayên xwe ve, ev nêzîkî 90 sal in vî sûcî li hember zimanê Kurdî dikin.

FKKS bangî dewletên serdest yên kurd di bin nîrê wan de ne dike ku ew hebûn û nasnameya kurdan bi fermî qebûlbikin û zimanê kurdî resmî bibe zimanê perwerdeyê. Herweha FKKS daxwaz li hevwelatiyan dike ku di 21ê Sibatê di roja navneteweyî ya zimanê zikmakî de ew zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin û şiyarên; “Zimanê me hebûna me ye!” û “bi zimanê Kurdî perwerde“ bilind bikin.

21.02.2010

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê