Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS: ”Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn yê mirovî ye!”
2010-12-11 12:00
fkks
info@fkks.se



Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn yê mirovayiyê ye. Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna xwe ya 20ê Mijdara 1989ê de bi qebûlkirina Beyannameya Mafê Zarokan vî mafî destnîşan kiriye. Ev maf her weha di peymanên navneteweyî yên giştî yên eleqedar de û her weha bi taybetî jî di peymana navneteweyî ya mafên zarokan de, di xalên destpêkê de û di xalên 17, 29 û 30yî de bi awayek taybetî û zelal hatîye nivîsandin.

Ji bona wê jî daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî daxwazek rewa, meşrû, girîng, pêwîst û di cîyê xwe de ye.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) her tim parezgerî zimanê kurdī būye. Ew di kongreya xwe ya dawîn a 24-mîn de dīsa ev yek diyar kiriye. Hemû nūnerên kongreyê bi yek dengî biryar dane gotine; zimanê kurdī divê bibe zimanê fermī yê perwerdeyê.

Lê dewlet û hûkmetên Tirk ji bona ku mafê perwerde yê bi zimanê zikmakî qebûl nekin li hember wan xalên ku bi Beyannameya Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de hatiye qebûlkirin, dilsariya(çekince)xwe nîşan daye û bi vî hawayî beyannameyê îmze kiriye.

Wexta zimanekî ku di nav sîstema perwerdeyê de neyê bi kar anîn, hingê ew zimên eşkere tê qetilkirin. FKKS bangî Hukûmeta Tirk dike ku dev ji vê polîtikaya xwe ya asîmilasyonê berde, nasnameya kurdan bi fermî qebûl bike û zimanê kurdî bike zimanê perwerdeyê.

10.10.2010
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

www.fkks.se