|
Meclîsa Swêd Anfal wek jenosid nas kir |
|
2012-12-05 23:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Hafizullah Nerwey Stefan Löfven(serokê partiya sosyaldemokrat)Sermîn Bozarslan Selam Cizîrî
Meclîsa Swêd Anfal wek jenosid nas kir
Meclîsa Swêdê "Riksdag" di 5ê Desembra 2012ê de bi yek dengî erê kir ku kiryara Anfal jenosîd e. Hemû partiyên di Meclîsê de di civîna 28ê Mijdar (November) a 2012ê de di derbarê ku Anfal wek jenosîd bê pejirandin hemfikriya xwe diyar kiribûn. Ev cara yekem ku parlamentoya welatekî Ewrûpî kiryara Anfalê wek jenosîd dipejirîne
Heyetek ji FKKSê ku ji Sermîn Bozarslan, Selam Cizîrî û Hafizullah Nerwey pêk hatibû bêşdarê civînê bûn.
Ev naskirina resmî ya Meclîsa Swêdê, serfirazîyeke ji bona kurdên li Swêd û bi teybetî ji a FKKSê ye. FKKS hergav di xebata xwe de xwestiye Anfal û Qatlîama Helepçe wek jenosîd bête qebûlkirin. Ev daxwaza wê îro berhema xwe da. Ji bona wê FKKS sipasîyê xwe ji bona wan partîyên desthilat û mixalefetê dike û daxwaz dike ku Helepçe jî wek jenosîd û rojekê li dijî çekên kimyayî bê qebûlkirin.
|
|
|