Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS; ” Yek ji bingeha armanca me bi zimanê Kurdî perwerde ye”
2013-02-21 12:00
fkks
info@fkks.se
“Roja Zimanê Zikmakî” ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (ÛNESCO) ve di 17ê Mijdara 1999ê de wekê roja makzimanan hat qebûlkirin û cara yekem di 21ê Sibata 2000î de hat pîrozkirin. Û ji wê tarîxê vir ve êdî bûye tradisyoneka navneteweyî û li seranserî cîhanê wek rojeka makzimanan tê pîroz kirin.

Lê dewletên serdest û bi taybet jî dewlet û hûkmeta Tirk mafê perwerde yê bi zimanê zikmakî qebûl nakin.

Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekê bingehîn yê mirovî ye. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) her tim parezgerî zimanê kurdī būye. Ew di kongreya xwe ya dawîn a 24-mîn de dīsa ev yek diyar kiriye. Hemû nūnerên kongreyê bi yek dengî biryar dane gotine; zimanê kurdī divê bibe zimanê fermī yê perwerdeyê.

FKKS di roja zimanê zikmakî de bangî dewletên serdest û bi taybet jî hikumeta Tirk dike ku dev ji vê polîtikaya xwe berde, nasnameya kurdan bi fermî qebûl bike û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

21.02.2013
FKKS- Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê