|
Semînera Enwer Karahanî |
|
2013-04-08 14:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê, Komeleya Yekîtiya Ciwanên Kurd li Stockholmê û ABF bi hev re biyar wegirtine ku heta dawiya salê nivîsakrên Kurd li Swêdê li ser berhemên xwe semîenr bidin û di berhemên xwe de bi taybet li ser babeta hêjayîyên kurdan di berhemên xwe de rawestin.
Di 9ê Adara 2013ê de bi nivîskar Firat Cewerî rêzesemîner dest pê kir. Rêzesemînera duyem di 6ê Nîsana 2013ê de li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê li dar ket nivîskar Enwer Karahanî li gor babetê li ser berhemên xwe rawest û hejayîyên kurdan de berhemên xwe de anî zimên.
Enwer Karahanî li di vî warî de ji berhemên xwe çend kurtenovel ”sindoqa diya xwe”, ”cîran”, panorama” xwend û beşdar li ser çîrokên wî dîtinên xwe anîn zimên. Berhemên Karahanî: • Şevbihêrkên şevên xalî, kurtenovel 2001 • Duaya êvarê, kurtenovel 2003 • Xanima kozê, kurtenovel (2005) • Çû ceribandin (2006) • Du dilop, kurtenovel (2008) • Şapînoz (2010)
|
|
|