Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
SERSAXî
2020-11-27 23:00
FKKS
fkks@infor.se
Me bi dilek pir xemgîn, xebera mirina hêja Hemîd Kilinçaslan bihîst. Xeberek ne xweş û gelek bi diltezîn bû.

Kek Hemîd Kilinçaslan, têkoşerek doza azadiya Kurdistanê bû. Yek ji wan kadirên siyasî yên Kurd bû ku li Swêdê niştecih bû.

Di jiyana xwe ya siyasî ya li Swêd da, di naw gelek hewildanên Kurdistanî û platformên demokiratîk da cih girtibû.

Her usa di nav organên FKKS'ê da ji çalak bû. Bi salan di redaksiyona organa FKKS'ê Berbang'ê da kar kiribû û keda wî di xebatê Federasyonê da jî gelek e.

Elbet kar û xebatên xwedê jê razî Hamîd Kilinçaslan, bi çend rêzan nayê ifadekirin. Em spasiya hemû xebatên wî yên netewî û niştimanperî dikin.

Ruhê wî şad û cihê wî biheşt be. Bila serê hevjîna wî Nofa Kilinçaslan, zarokên wî Ceng, Welat, Azad û Rêzan, Mizgin û Nalînê sax be.

Bila serê gelê Kurd û hemû hezkiriyên wî sax be.

2020-11-27
Federasyorna Komeleyên Kurdistann li Swêd