|
FKKS teqînên li Sûr û Qoserê bi tundî şermezar dike! |
|
2016-08-12 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Careka din bajarên me yên Kurdistanê bûn hedefa şîddet û teqînan; li Amedê navçeya Sûrê û li Mêrdînî navçeya Qoserê di encamên teqînan de neh Kurdên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.
Di nav salekê de, ji ber van metodên şîddetê bajarên me hatin wêrankirin, insanên me yên sivîl hatin kuştin, mal û warên wan hatin talankirin û bi hezaran koçber bûn.
Em hemû terefên ku şîddetê li hember sivilan bikartînin bi tundî rûreş dikin, sersaxîya xwe digîhînin malbatên qurbanîyan û şîfayê ji birîndaran re dixwazin.
11 Tebax 2016
FKKS |
|
|