Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
8ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî pîroz be!
2017-03-10 12:00
fkks
info@fkks.se


Di roja navnetewî ya jinan de em bi hezaran jinên kurdên êzîdî ku bi destê barbarên DAÎŞê hatin qetilkirin bi rêz û giramî bi bîr tînin.

Em barbarên DAÎŞê bi tundî rûreş dikin.

Di rojeka wiha de hest û fikrên me ji bo wan yên ku bûn qûrbanî û yên ku hê jî di bin destê barbarên DAÎŞê de hêsîr mane, ye.

Karasata ku hat sere jinên kurdên êzîdî rûreşîyeke mezin jibo mirovatîyê û komelgehê navnetewî ye. Ji ber ku em hê jî ji zulm û zordestîyên DAÎŞê rizgar nebûne.

Bi hêvîya serketina pêşmerge û şervanan kurd li hember dewletên dagîrker û DAÎŞê,

Bi hêvîya azadîya welêt, civatek azad û demokratîk,

Jibo maf û derfetên wekhev ji bo jin û mêran,

Jibo bidawîanîna tûnd û şîddetê li hember jinan

8ê Adarê roja jinan a navneteweyî bo hemû jinên Kurdistanê û dinyayê pîroz be.

8.03.2017
FKKS
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê