|
Kiryara terorîstî ya Koyê şermezar dikin! |
|
2016-12-22 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Me bi xemgînî bihîst ku li navçeya Koyê ya bajarê Hewlerê di 20.12.2016ê de li baregeha PDK-Rojhilat de têqîn rûdane û di teqînan de 6 pêşmergeyên partîyê û karmendekî asayîşê şehîd ketine û birîndar hene.
Em vê têqîna nemirovane şermezar dikin; ji malbatên şehîdan re sersaxî, ji birandaran şîfa û xemgînîya xwe digihînin Partîya Demokrat a Kurdistana -Rojhilat (PDK-Rojhilat).
Bila serê miletê Kurd sax be.
21.12.2016 FKKS
|
|
|