Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kongereya Komeleya Kurdî li Eskilstuna
2015-02-08 22:00
fkks
info@fkks.se








Di 08.02.2015ê de Komeleya Kurdî ya li Eskilstuna kongreya xwe ya salane li dar xist. Li ser navê FKKSê Berpirsê Aborî Barzan Koçkaya, Cîgirê Berpirsê Peywendîyên Navxwe Selam Cizîrî û endamên Komîteya Giştî û berpirsên Herêma Duyem Ali Feêlî, bêşdarê kongreyê bûn.

Kongre ji alîyê Serokê Komelê Rêzan Mistefa ve hate vekirin û gotarek bi kurtî pêşkeşê kongrê kir.

Kongrê bi tesbitkirina endaman destpêkir û piştî tesbitkirina endaman deqiqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên kurd û Kurdistanê hate girtin.

Ji bo rêvebirina kongrê Ezîz Aliş û Mihemedê Gomeyî ji aliyê kongrê ve bi yekdengî hatin hilbijartin. Kongre bi serokatîya Ezîz Alîş ve hate birêvebirin.

Rojevek ji 11 xalan pêkhatî wek pêşînyarî jibo nûnerên kongrê hate pêşkêşkirin. Kongrê bi yekdengî ew rojev pejirand.

Li ser navê FKKSê Cigirê berpirsê peyvendiyên nav xwe Selam Cizîrî gotarek pêşkêş kir.
Wî di derheqa karên hatîne kirin û karên FKKS yê di demen pêş da bête kirin agahîyek berfireh da. Berpirsê herêma duyem û endamê komîteya giştî rêzdar Alî Feêlî li ser xebatên herêmê û reşwa komeleyên endam axifî û serkeftinê ji komeleya Kurdî ya Eskilstuna re xwest.
Jibo kongrê sê rapor hatin pêşkêşkirin:

a) Rapora Xebatê ya 2014: ji alê Sekreterê Komeleyê Abdullah Kerîm ve hate xwendin

b) Rapora aborî jî ji aliyê berpirsê darayî ve hate pêşkêşkirin. Li gor raporê, komele xwedîyê aborîyek baş e û di kontoya komelê de li dor sêsedhezar Kron (300.000) heye.

Her weha Komîteya Revisor rapor pesinand û daxwaz ji kongrê kir ku tevahîyê raporan bipesidinin.

c) Rapora çalakîyên Komîteya Jinan a Komeleyê ji hate xwendin.

Piştî xwendina hersê raporan, giftûgo li ser wan hate kirin. Piştî giftûgoyan berpirsên komîteya kevin bersiva hemû pirsan dan û raporên komîteya kevin ji aliyê kongrê ve bi yekdengî hat pesendkirin.

Kongre organên xwe yên Komîteya Karger, Komîteya Rawêj û Komîteya Revisor a nû bi yekdengî hilbijartin. Kongre pir rêk û pêk û serkefti bû.

Kongrê wan kesên navê wan li jêr ji bo komîteya karger, Revîsor û Rawêj hilbijartin.

Jibo Komîteya Karger: 7 Eslî û du cigir
1) Rêzan Mistefa 2) Dildar Salih 3) Murad Bakrat 4) Nûyan Ehmed 5) Esrat Hemid 6) Firat Nemrud 7) Azad Seferî wek endamên eslî û Neşmîl Rêzayî Şîlan Osman wek cîgir hatin hilbijartin

Komîteya Rawêj:
1) Abdullah Kerîm, 2) Hêdî Gomeyî wek esli û Alî Kerîmî wek cîgir hatin hilbijartin

Komîteya çavdêr:
1) Ezîz Aliş, 2) Hazim Kurda wek esil û Abidin Alkoyun wek cîgir hatin hilbiratin

Piştî hilbijartina, çend pêşneyarî hatin kirin; lê kongrê biryar da du wan pêşînyaran ji alê komîteya nû ve li ser bên rawesgtandin.

Biryar hat girtin ku FKKS li ser navê xwe û hemû komeleyên endam nameyek pîrozbahîyê ji bo Serokatî, Hukumet û Parlamana Kurdistanê ji bo biryardana Halabja wek Parêzgeh hatîye hilbijartin bişîne.

Biryara dûyem: Kongrê biryar girt ku ji wan pereyên kontoya komelê da heyê 250 000 Kron (Dusedûpêncîhezar Kron) di kontoyekê da ji bo pêşeroja komelê bide cemidandin.

Serokê Dîwanê Ezîz Aliş sipasîyên xwe pêşkeşê kongrê kir û daxwaza serkeftinê jibo komîteya nû ra xwest. Kongre bi awayek rêk û pêk û bi serkeftî dawî hat.