Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Cejna hevwelatîyên karkir û kedkar û karmend pîroz be!
2015-05-02 00:00
fkks
info@fkks.se



Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) 1ê Gulanê cejna karkir û kedkar û karmendan pîroz dike.

Nîspeteka mezin hevwelatîyên me yên Swêdê karkir, kedkar û karmend in; piranîya wan di sektora xizmetê de kar dikin û bi keda xwe debara xwe dikin.

Li gel ku 1ê Gulanê bi fermî rojeka tatîlê ye jî, mixabin ew di vê rojê de jî bi keda xwe xweydana xwe paqij dikin; ew layiqî pesinandinê ne. Ev roj ji bo wan rojeka pîroz e û em jî cejna wan pîroz dikin.

1.05.2015
FKKS