Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Di yekemîn salvegera qirkirina Şengalê de, qatîlan rûreş dikin; şehîdan bi bîr tînin!
2015-08-03 13:00
fkks
info@fkks.se



Di 3ê Tebaxa 2014ê de çeteyên DAÎŞê bi êrîşeka hovane herêma Êzîdîyan Şengalê dagir kir; ew wehşeta ku di qirnê navîn de nimûneyên wê di dîrokê de heye anî serê gelê me yê kurdên Êzîdî; tecawûzê Jinan kirin û revandin di sûkan de derxistin firotanê yên ku neketin destê wan tevî zarokên xwe bi çiyayan ketin bi rojan di çiyayan de ji tî û birçîbûnê bi dehan zarok mirin; derbeder bûn. Ev fermaneka din bû ku dîsa hatibû serê kurdên me yê êzîdî. Ev dîmen bi rojan di medyaya cîhanê de belav bû.

DAÎŞ piştî Şengalê li rojavayê Kurdistanê êrîşê Kobanî kir. Li hember êrîşên DAÎŞê yê li ser Şengalê û Kobanî pêşmerge û şêrvanên Kurdistanê bi piştgirîya Amerîka û mitefikên wê êrîşan berteref kirin û pişta rêxistina terorîst a DAÎŞê şikandin. Kurdên dîasporê bi çalakîyên xwe yên dîplomatîk û demokratîk bi meş û xwepêşandinên girseyî xebateka bêhempa kirin; kurd di dinyaya demokratîk de li dijî wehşeta DAÎŞê wek parazvanên demokrasîyê û însanîyetê hatin naskirin; sempatîyek li seranaserê dinyayê ji bo kurdan peyde bû.

FKKS xuşk û birayên xwe yên ku li Şengalê şehîdbûne di salvegera yekemîn de bi giramî bibîrtîne; zalîman û qatîlan bi tundî şermezar dike û bi hêvî ye ku Şengal bi temamî ji çeteyên DAÎŞê rizgar bibe.

Îro di serûbinbûna rojhilata navîn de kurd li herêmê aktoreka sereke ne û firseteka mezin û tarîxî ketîye destê kurdan. Divê erka sereke ya me ew be ku em wek yek milet bêyî ku ferqê têxin navbera başûr, bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê em piştgirî û alîkarîya hevdu bikin da ji vê fersenda zêrin sûd werbigrin; li başûrê Kurdistanê devletbûna me li ber derî ye, em bi destê xwe derî negrin.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

03.08.2015