Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Peyama FKKS´ê bo Cejna Newrozê
2021-03-20 16:00
Fkks
info@fkks.se
Peyama FKKS´ê bo Cejna Newrozê


Gel´ê me yê hêja

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê, cejna netewî Newrozê li hemû gelê Kurdistan´ê pîroz dikim.

Mixabin ji ber vîrusa Koronayê, em îsal Cejna Newrozê, wek caran nikarin bi beşdariya hezaran kesan li salonan da bi bernameyek kulturî , govend û stranan û her usa li seyrangehan bicivin û agirê Newrozê hildin.

Lê tu sebeb nikare, eşq û evîn, geşbûn û coşa Newrozê di dilê me da bitemirîne. Newroz, di jiyana gelê Kurd da bûye sembola berxwedan û azadiyê. Newroz heyecanek nû dide jiyana gelê Kurd, eşqa azadî û aşitiyê di dilê me Kurdan da geştir dike.

Wek hun jî dizanin, vîrusa koronayê xeteriya xwe li ser jiyana mirovan da pir bi ciddi didomîne. Hêvî û daxwazên me ji gelê me ewe ku, ji bo pîroz kirina Cejna Newrozê kom ne bin, xwe ji nexeweşîyê biparêzin. Li mala xwe pîroz bikin, yan jî 8 kesî zêdetir nebin û xwe bi maskê û desinfektiona desta biparêzin.

Xwîşk û birayên hêja,

Dewletên dagîrker, bi salan hebûna gelê Kurd înkar kirin, ziman û çanda me qedexekirin. Me doza mafên xwe yên însanî kir. Li me dan, îşkence li me kirin, me avêtin zîndanan, cezayên mezin li me birîn. Li Dêrsim, li Gelîyê Zîlan û li Berzan. Enfal, Halebçe li Şingal`ê qetliyam çêkirin. Bi hezaran, hezaran Kurd kuştin. Bi kurtî jiyan li Kurdan qedexe kirin.

Li Başûrê Kurdistanê Kurd xwedî Hukumetek Federal e. Di hemû partiyên kurdistanî rêz li serweriya Kurdistana Başûr bigrin, zemîn ji bo erîşên dijmin li ser axa Kurdistanê xweş nekin. Piştgiriya peymana Şingalê ku nevbeyna Hukumeta herema Kurdistan´ê û Baxda´yê çê bûye

Divê Kurdên li hemû beşên Kurdistan´ê da, nebin ajendeya tu dewletan û wesayeta tu dewletan li ser xwe qebûl nekin. Divê Kurd, yekrêzîya niştîmanî û netewî ji xwe ra esas bigrên.

Hukumeta AKP û hevkarê wî MHP, Jiyan li Bakurê Kurdistan´ê li Kurda xedexe kiriyê. Bi behaneya şîddetê, rewşa awerte aniye Kurdistan´ê. Her kesê ku dijî desthilatdarîya AKP û Erdogan´in tên girtin. Zîndan tijî bi rewşenbîr û siyasetmedaran e. doza girtinê li partiyên Kurdistanî û li partiyê muxalif vekirine. Bakur ne bese, tehdîd û erîşên xwe li ser beşên dî yên Kurdistan´ê jî didomîne.

Piştî serketina referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistan´ê, Tirkiye, Îran û Iraq, li dijî Kurdan tifaq kirin û erîş birin ser Kerkûk´ê, Îdareya Kerkûk´ê ji destê Kurdan derxistin. Tirkiye bir ser Efrînê û Efrîn û Serê Kaniyê dagîr kir. Erîş û dagîrkirina Efrîne berdewamiya plana dagîrkirina Kerkûkê bû.

Bêdengîya Dewletên mezin Rusiya´yê, Amerîka´yê û yê Ewrûpa´yê, serok Komara Tirkiyê R.Teyip Erdogan´ê ji eyara mirovati´yê derxisti´ye. Tu hestên mirovî pêra nemaye.

Lewra bi kuştin û wêrankirinê, dixwazin Kurdan ji Rojavayê Kurdistin´ê paqij bikin û di şûna wan da Erebên Ertêşa Azad a Sûriyê, li Kurdistan´ê bi cîh dikin û bi wî ewayî jî demografiya ya Kurdistanê digorînîn.

Elbet mafê Kurdan heye ku di şerê azadiya Kurdistan´ê da li derveyê xwe mutefîk û dostan bigere û dostayetî li gel wan deyne. Lê ya herî girîng yekitî û hevkariya Kurdan bi xwe ye. Divê, Peymana Hewlêr û Duhok´ê karîger be, li dijî dagîrkeran welatê xwe bi hevra biparêzin. Eger Yekitî û tifaqa Kurdan hebe, wê tu hêz nikaribe li ber Kurdan raweste. Azadî û serketina me Kurdan di destê me da ye!

Divê em ji bîr nekin ku dijminê kurdan yê herî jehirdar rejîma xwînxwar ya Îranê ye. Îran piştgirê hemû hêzên terorîstên li heremê ye. Zîndanî kirina û îdamkirina welatparêzên Kurd, bûye karê rojane yê rejîma Îran´ê. Di Kurdê hemû beşên Kurdistan´ê, piştgirên tevgêra azadixwaz ya Kurdistan a Rojhilat bin.

21.03.2021

Carek din Newroza we pîroz dikim

Hemû rojên we Newroz be û Newroz li we pîroz be!

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd