|
SERXWEŞÎ |
|
2021-04-04 23:00 |
Fkks |
info@fkks.se |
|
SERXWEŞÎ
Xeberek nexweş li ser Azîz Aygun ku ji ber vîrusa coronayê cûye ser dilovaniya xwe. Azîz Aygun, brayê hunermendê hêja Şivan Perwer e. Niştecîyê Belçîkayê bû û li wir jiyana xwe ji dest daye.
Termê xwedê jê razî Azîz Aygun, wê li bajarê Ruha´yê li Bakurê Kurdistanê bê veşartin.
Em FKKS, ji hunermedê hêja Şivan Perwer re serxweşîyên xwe radigînin.
Rehma xwedê ji Azîz Aygun re dixwazin. Bila ruhê wî şad û cîhê wî biheşt be. Bila serê malbat û hemû hezkiriyên wî sax be. Xwedê sebir û silametiyê bide malbata wî.
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd
|
|
|