|
Divê PKK, rêz li serweriya HukumataHerêma Kurdistana Başûr bigrê! |
|
2021-06-06 10:00 |
Fkks |
info@fkks.se |
|
Divê PKK, rêz li serweriya Hukumeta Herema Kurdistana Başûr bigrê!
Îro saet li dor 5´ê sibê PKK´ê li çiya yê Metînan li hindava Amediyê kemîn danîbû ser rîya pêşmergeyên Kurdistanê 5 pêşmerge şehîd bûn û 7 jî birîndarin.
Demeke ku hêzên PKK´ê mîn raxistine ser riya ku pêşmerge li ser hatin û çûyinê dikin. Hêzek taybet ji peşmergeyan çûbûn bo paqijkirina mînan, mixabin ku çekdarên PKK´ê kemîn danîbûn û di netîcê de 5 pêşmerge şehîd bûn.
Gelo ev erîşa bi kêrî kî hatiye? PKK´ê bi kuştina pêşmergeyan çi qezenc kir û dike? Bersîva van pirsa ewe ku erîşên PKK´ê tenê bi karê dijminê gelê Kurdistanê û tenê dijmin jê qezenc dike.
Başûrê Kurdistanê xwedî statuyek Federaliye ku ji aliyê NY ve tê naskirin, xwedî Hukumet û Perlamentoye, xwedî hêzên polîs û dem û dezgehên ser bi hukumetê nin.
Pêşmerge hêza fermî ya parastina Başûrê Kurdistanê ye. Divê hemû Kurd û Kurdistanî, rêz li serweriya Hukumeta Herema Kurdistana Başûr bigrê.
Mafê her kurdekî heye ku li Başûrê Kurdistanê bijî, lê ji bilî pêşmergeyên ser bi Hukumeta herema Kurdistanê mafê tu kesî û hêzekî çekdar nîne ku li Başûrê Kurdistanê çalakiyên çekdarî bikin.
Tu argumentên nikare kuştina pêşmergeyan û çalakiyên çekdarî yên PKK´ê li Başûrê Kurdistanê bi heq derxîne.
Gelê Kurdistanê heta nuha ji şerê çekdariyê PKK´ê tu sud jê wernegirtiye. Şerê PKK´ê tenê koçberî, kawil û wêrankirina gund û bajarên Kurdistanê bûye û mirina hezaran xelkê sivîl û pêşmergeyan daye gelê Kurdistanê.
Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, erîşên PKK´ê li ser Pêşmergeyan şermezar dikin.
Serxweşiya xwe bo malbatên şehîdan û Hukumeta Herema Kurdistanê radigînin. Şîfayên bi lez ji bo pêşmergeyên birîndar dixwazin.
05.06.2021 FKKS-Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd |
|
|