Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
ŞÊX SAÎD RÛMETA ME YE, WÊ HER DI DILÊ ME DE BE!
2021-06-29 02:00
Fkks
info@fkka.se

ŞÊX SAÎD RÛMETA ME YE,
WÊ HER DI DILÊ ME DE BE!
 
Di roja 13 sibata sala 1925"an de bi serokatiya Şêx Saîd, Li dijî dewlata Tirkiyê serhildanên serhildaana kurda destpê dike.

Ev Serhildana ku weke Serhildana Şêx Saîd derbasî dîrokê bûye.

Piştî şerekî giran, hêzên Şêx Saîd, di 7 adarê de derûdorê li Amedê girtin.

Li herêma Serhildanê gelek leşkerên Tirk tên bi cîh kirin, yekîneyên artêşa Tirk di 26 adarê de ji hewayê û ji erdê ve êrîş da dest pêkirin.

Êdî serweriya şer diket destê hêzên hikumetê.
Di  meha Nîsanê de Şêx Saîd li nêzîk Gimgimê û yek ji pêşengên din yê Serhildanê, Şêx Şerîf jî li Palûyê radest bûn.

Li ser bîryara Dadgeha Şerqil Îstîklalê, Şêx Saîd di 29 Hezîrana 1925`an de tê dardekirin.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, bi rêz û hurmetek mezin, Şêx Saîd û hevalên wî bi bîrtîne.

Spasiya wan dike ku ev doza pîroz wek mîras ji bo nifşên nû hiştine.  
Îro jî ev doza wan ya pîroz, ya netewî û niştîmanî her bredewam e.

Şêx Saîd rûmeta me ye, wê her di dilê me de be!

29.06.2021
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd