Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS bêşdarê Kongreya V bû, sipasiya Ohly kir û ji Sjöstedt re serkeftin xwest
2012-01-07 21:00
fkks
info@fkks.se










Şandeyek ji Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ku ji Sermin Bozarslan, Selam Ciziri, Felemez Akad û ji Komeleyên endam yên li Uppsalayê Shwan Kareem û Huseyin Lezgin pêk dihat, di 6ê Çileya Paşîn a 2012ê de li Uppsalayê bêşdarê Kongreya Partiya Çep (V) bûn.

Şanda FKKSê bo piştgiriya wî bo kurdan bi giştî, bo hevkariya wî yê nêzik digel Fedarasyonê, bo xebata wî ya çareseriya pirsa kurd bi riya aşitî, bo beşdarîya wî di xwepêşandanên Fedarasyonê de, di bîranînên şehîdên Halepçeyê de û di şahiyên Newrozên FKKSê de û herweha ji bo xebata wî ya îlankirina 16ê Adarê li dij bikaranîna çekên kîmyewî sipasiya serokê berê yê Partiya Çep Lars Ohly kirin û xelata Federasyonê taqdîmê wî kirin.

Herweha şanda FKKSê serokê nû yê Partiya Çep Jonas Sjöstedt ku di kongreyê de hat hilbijartin pîroz kirin û bi hêviya hevkarî û tevkariya wan dom bike, jê re serkeftin xwestin.