Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Panela Ferhengên Kurdî
2012-02-27 00:00
fkks
info@fkks.se
Federasiyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê û Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê di 26.02.2012 de li Kitêbxaneya Kurdî panelek li ser ferhengên kurdî çêkir. Ev panela ku hersê hêja Golbar Emîn, Malmisanij û Reşo Zîlan tê de beşdar bûn, bi minasebeta roja zimanê dayikê ya navneteweyî hat kirin. Malmisanij di beşê yekê de li ser tecrubeya xwe di warê ferhengsaziyê û Grupa Xebatê ya Vateyî ya termînolojiya kirmanckî sohbet kir, paşî Golbar Emînî behsê xebata beşê kurdiya soranî yê grupa ferhenga tercumanan ku bi swêdî dibêjinê ‘Ordlista för tolkar’ ku ew jî di wê grupê de bû kir û li dawiyê Reşo Zîlan li ser grupa Kurmanciyê û kar û xebatên wê axift. Beşê duyê jî pirsiyar û bersiv û gengeşe bû û tê de gelek pirs û babet hatin livandin. Gelek kurdên Stockholmê di vê panelê de amade bûn û eleqeyeke mezin nîşan da. Moderatorê panelê Sidqî Hirorî bû. Serdar Budak di navbirrekê de hem CDya xwe da nasandin û hem jî bi dengê xwe du parçeyên du stiranan, yek bi kirmanckî û ya din jî bi kurmancî pêşkêş kirin. Pirtûkek ji aliyê hersê saziyên amadekar wek diyariyeka sembolîk bo her yekî ji beşdarên panelê hat pêşkêş kirin.