|
SEMÎNERA M. Emîn Bozarslan! |
|
2012-05-23 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Nivîskar M. Emîn Bozarslan roja şemiyê 26ê gulanê, saet 14.00-16.00 li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê li ser ferhenga xwe ya nû diaxive.
M. Emîn Bozarslan bi salan û bi awayekê sîstematîk vê xebata xwe dike û heya roja me ya îro jî berdewam e. Em dê ji mamosteyî zanînan li ser vê ferhenga wî, xebata wî ya ji bo çêkirina wê û encamên wê xebatê bizanin. Cildê pêşîn yê Ferhenga Kurdî A – D ji nav weşanên Deng derketiye.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê û bi hevkariya ABFê vê semînerê amade dike û hemû bi xêr bên.
Roj: Şemî, 26/5 2012 Saet: 14.00 – 16.00 Navnîşan: Kitêbxaneya Kurdî Gustavslundsvägen 170 T-bana Alvik’ Tvärbanan Alvik
|
|
|